Li Silêmaniyê duyemîn Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan dest pê kir 

Duyemîn Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan li Silêmaniyê dest pê kir. Di pêşangehê de zêdetirî 3 milyon pirtûk hene û tê payîn ku pêşangeh 10 rojan dewam bike.

Li Silêmaniyê duyemîn Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan dest pê kir 
Li Silêmaniyê duyemîn Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan dest pê kir 
Li Silêmaniyê duyemîn Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan dest pê kir 
Li Silêmaniyê duyemîn Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan dest pê kir 
18 mijdar, 2020   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêşangeh ji aliyê şîrketa Atlas ve hate birêxistinkirin û vê sibê bi merasîmekê hate vekirin.

Rêveberê peywendiyên şîrketa Atlas, Esil Şewqî Umer di dema vekirina pêşangehê de axivî û got: “227 navendên rewşenbîrî û wêjeyî ji 17 welatên cîhanê tev li pêşangehê bûne.”

Di pêşangehê de zêdetirî 3 milyon pirtûk hene, ji wan 45 hezar pirtûkên zanistî ne. Yên din jî pirtûkên li ser tenduristî, wêjeyî, raman, huner, felsefe û olê ne. Piraniya pirtûkan bi zimanên kurdî, erebî, îngilîzî, farisî û tirkî ne. Pêşangeh rastî eleqeyeke mezin a welatiyan tê..