Dayikên gerîla: Em ê heta qewitandina dagirkeran çalakiyên xwe dewam bikin

Dayikên gerîla di hefteya 10`emîn a çalakiya xwe de kiryarên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û diyar kir ku heta pêkanîna armancên xwe û qewitandina dagirkeran ji xaka xwe, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.

Dayikên gerîla: Em ê heta qewitandina dagirkeran çalakiyên xwe dewam bikin
Dayikên gerîla: Em ê heta qewitandina dagirkeran çalakiyên xwe dewam bikin
Dayikên gerîla: Em ê heta qewitandina dagirkeran çalakiyên xwe dewam bikin
18 mijdar, 2020   12:07
QAMIŞLO

Çalakiya heftane ya dayikên gerîla û şehîdan, di hefteya 10`emîn de dewam dike. Dakiyan îro jî daxuyaniyek da.

Dayikan wêneyên rêber Abdullah Ocalan û yên zarokên xwe yên di nava refên tevgera azadiya Kurdistanê de, rakirin.

Xwişka gerîla Zinarîn Rosîda Botan û dayika du gerîlayan Rodîn Îsa li Parka Giştî ya bajarê Qamişloyê daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Em kiryar û planên PDK`ê û AKP`ê yên li dijî herêmên Kurdistanê bi ti awayî qebûl nakin. Wê gelê Kurd û gerîlayên azadiyê heta rizgarkirina her çar parçeyên Kurdistanê, têkoşîna xwe bidomînin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wek dayikên gerîlayan ew soz didin zarokên xwe yên şoreşger ku ew ê li ser şopa wan bin û çi ji wan bê xwestin ew amade ne, pêk bînin.

Her wiha dayika bi navê Mîrhat Anaroj û Zinarîn Welat, Eqlîma Hisên da zanîn ku ew êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin û wiha got: “Em piştgiriya gerîlayên xwe dikin. Dewleta dagirker dibêje me hêzên xwe xistine Başûrê Kurdistanê û em ê gerîla dorpêç bikin. Bila tu carî nefikire ku ew dikare me û zarokên me ji hev qut bike.”

Di dawiya daxuyaniyê de dayikan got heta pêkanîna armancên xwe û qewitandina dagirkeran ji xaka xwe, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.

 (sb)

ANHA