Wezîrê karên derve yê Îranê: Heke DYA cezayan rake em ê li peymana nukleerê vegerin

Wezîrê karên derve yê Îranê ragihand ku heke serokê nû yê DYA’yê Joe Biden cezayên ku Trump piştî vekişîna ji peymana nukleerî ferz kiribûn rake, ew amade ne bi awayekî “otomatîk” dîsa pabendî peymana nukleerî bin.

Wezîrê karên derve yê Îranê: Heke DYA cezayan rake em ê li peymana nukleerê vegerin
18 mijdar, 2020   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf îro têkildarî peymana nukleerî wiha got: “Tiştê ku em bikin bi awayekî “otomatik” e, bêyî şert an dan û standin e. Heke Amerîka li gorî biryara 2231’an tev bigere û berpirsyariyên xwe pêk bîne, em ê jî berpirsyariyên xwe yên plana xebatên giştî û hevbeş pêk bînin."

Zarîf ji rojnamevanan re wiha got: “Ev yek tu şer an jî dan û standinan naxwaze. Em dikarin pêk bînin.”

Zarîf diyar kir ku xwesteka Biden a vegera li peymanê tiştekî pir baş e û tekez kir ku heke Washington berpirsyarên xwe pêk bîne, ew ê jî bi lez berpirsyariyên xwe pêk bînin.

Serokê DYA’yê Donald Trump sala 2018`an ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişiyabû û piştî wê yekê cezayên aborî li dijî Tehranê ferz kiribûn.

(cx)