Nivîskarekî lubnanî pirtûkek li ser berxwedana Kurdan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxist

Nivîskarê lubnanî Fadî Akûm pirtûka bi navê “Kurd di Xewnan de û li ser Erdê” derxist. Akûm di pirtûka xwe de behsa berxwedana Kurdan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya neteweya demokratîk dike.

Nivîskarekî lubnanî pirtûkek li ser berxwedana Kurdan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxist
18 mijdar, 2020   10:15
QAHÎRE- EMANÎ EZAM

Li Qahîreyê pirtûka nivîskarê lubnanî Fadî Akûm ya bi navê “Kurd di Xewnan de û li ser Erdê” derket. Akûm di pirtûka xwe de behsa aliyên siyasî û civakî yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zextên li ser gelê Kurd, berdewamkirina şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê, têkiliyên bi hikumeta Şamê re, astengiyên li hemberî tecrubeya siyasî û têkbirina hewldanên derxistina fitneyê di navbera Kurd û Ereban de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dike.

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li ser pirtûkê wiha got: “Pirtûka mamoste Fadî Akûm wekî wêneyên ji berxwedana Kurdan a li hemberî şerên dawîn ên qirkirinê ku li dijî wan pêk tê. Tevî ku gelê Kurd tenê dixwaze hin mafên xwe yên demokratîk li welatên ku lê dimînin, bi dest bixe û niyeta wan a avakirina dewleteke neteweyî ya ne li gorî dîrok û xwezaya Rojhilata Navîn tune ye. Ji ber ku dewleta yek netewe ji bo gelên herêmê karesatek bi xwe re anî û bû sedema hemû komkujî û qirkirinan.”

Nivîskarê lubnanî di pirtûka xwe de balê dikişîne ser têkoşîn û berxwedana Kurdan a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û diyar dike ku serkeftina Kurdan di berxwedana wan a dîrokî de, dê bihêle ku Kurd bibin pêşengên demokratîkkirina Rojhilata Navîn.

Tê payîn ku pirtûka ku Weşanxaneya Nefertîtî belav kiriye, roja şemiyê (28`ê Mijdarê) bê nîqaşkirin. Dê nûnerê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li Misirê Sîhanok Dîbo û mamosteyê Zanîngeha El-Ezher Dr. Mehmûd Zayid di panelekê de nîqaş bikin. Dê rojnamevan Mistefa Kefafî panelê bi rê ve bibe.

 (cx)

ANHA