Cotkarên Dêrikê banga vekirina dikanên pîşesaziyê kir

Şaneya Aloziyê hişt ku cotkarên herêma Dêrikê genim û ceh biçînin, lê dîsa jî ji ber dikanên pîşesaziyê yên Dêrikê girtî ne, cotkar zehmetiyan dikişînin û nikarin alavên xwe sererast bikin û nikarin derkevin derveyî Dêrikê.

Cotkarên Dêrikê banga vekirina dikanên pîşesaziyê kir
18 mijdar, 2020   09:54
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

Ji ber vîrusa koronayê zêde li Dêrikê berbelav bûbû, qedexeya derketina derve hate ragihandin û vê yekê astengî ji cotkaran re derxist, lewra piştî Komîteya Çandinî û Sewalkariyê û Şaneya Aloziyê rewşa cotkaran nîqaş kir, biryar da ku cotkar vegerin û dest bi çandina genim û ceh bikin.

Lê dîsa şêniyên Dêrikê zehmetiya buhabûna cotkirina erdan dikişînin, ji ber her hektarek ji 15 heta 17 hezar lîreyên Sûriyê dike, li aliyekî din jî cotkar tov, derman û semadê jî dikirin û ev dihêle barê wan girantir bibe.

/kr/uploads/files/2020/11/18/095532_-.webp

Mihemed Elî ajokarek e û ev yek anî ziman: "Her çi qasî alav peyda ne, lê ji ber bi dolaran tên kirîn, buha ne, ji ber vê lêçûna sererastkirina alavan, guhartina zeytê û sotemeniyê barê cotkaran girantir dike."

BANGA JI BO VEKIRINA DIKANÊN PÎŞESAZIYÊ

/kr/uploads/files/2020/11/18/095650_-.webp

Cotkarê bi navê Mihemed Remezan bang li Saziya Çandiniyê kir ku dikanên pîşesaziyê vekin û got: "Îsal ji ber baran nebariyaye, çandinî dereng ma."

Cotkar Mihemed Remezan got heke parçeyekî alavekê xerab bibe, nikarin rast bikin, ji ber ku dikan girtî ne û ji ber qedexeya derketina derve nahêlin xwediyên alavan derkevin derveyî Dêrikê û alavên xwe sererast bikin.

Cotkarê bi navê Cûzêf Ereb jî got beriya çend rojan Şaneya Aloziyê biryar da ku cotkar dest bi cot û çandina erdên xwe bikin.

/kr/uploads/files/2020/11/18/095738_-.webp

Hevserokê Komîteya Çandinî û Sewalkariyê ya Dêrikê Selah Hemze têkildarî vê yekê da zanîn ku saziya wan biryara Şaneya Aloziyê bi cih anî, di heman demê de rewşên awarte jî dan ber çavan, ji wan hêsankirina peydakirina sotemeniyê û tovan ji cotkaran re.

Selah Hemze destnîşan kir ku piştî Şaneya Aloziyê rewşa cotkaran û çandiniyê nîqaş kir, tevahiya pêwîstiyan ji Saziya Çandiniyê û Sewalkariyê re dabîn kirin û ji 15 Mijdarê ve dest bi çandine erdên xwe bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/G_GQEbK0wNk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>