Tundî û zordariya siyasî li dijî jinên Yemenê

Komên Hûsiyan ji bo bêdengkirina dengên li dijî wan, li herêmên serweriya xwe jinan destgîr dikin. Her wiha tawanbariyên bêbingeh li wan bar dike.

Tundî û zordariya siyasî li dijî jinên Yemenê
18 mijdar, 2020   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El-Beyan a Îmaratê di raporeke xwe de diyar kir ku sedemên revandin û binçavkirina jinan a ji derveyî qanûnê ji aliyê komên Hûsiyan ve li herêmên serweriya wan, cuda ne. Rojnameyê destnîşan kir ku ew yek ji bo bêdengkirina dijberên wan li herêmên di bin kontrola wan de pêk tê û di vê çarçoveyê de jinan bi tawanbariyên bêbingeh tawanbar dikin da ku zordariya siyasî li dijî wan pêk bînin.

Seroka Rêxistina Dayikên Girtiyan Ume El-Selam El-Hec ji rojnameyê re diyar kir ku wan revandina 114 jinan belge kiriye ku hîna 5 ji wan winda ne. Rêxistina têkildarî bazirganiya mirovan dixebite jî behsa destgîrkirina zêdetirî 300 jinan dike ku 60 ji wan hîna destgîrkirî ne.

Ume El-Selam El-Hec wiha got: “Me gelek name ji aliyên cuda û rêxistinên herêmî û navneteweyî re şandin. Me ji wan xwest ku piştgiriya doza jinên hatine revandin bikin û zextê li komên Hûsiyan bikin da ku jinên girtî berdin. Her wiha di aliyê derûnî û madî de destekê bidin jinan. Lê belê heta niha tiştekî nû tune ye.”

Rojnameyê ku agahiyên xwe spartin tîmeke pirsporên navneteweyî yên têkildarî doza Yemenê, bi bîr xist ku zêdetirî 300 jin ji aliyê Hûsiyan ve rastî tundiyê hatine. Her wiha gefên tecawizkirin, destdirêjiya cinsî û fihûşê zêde bûne da ku bi vî rengî kiryarên xwe rewa bikin.

(cx)