Balafirên nenas nuqteyên Îranê li başûr rojhilatê Reqayê bombebaran kirin

Di du rojên dawîn de, balafirên nenas nuqteyên hêzên Îranê yên li herêmên serweriya hêzên hikumeta Şamê li başûr rojhilatê bajarê Reqayê, bombebaran kirin.

Balafirên nenas nuqteyên Îranê li başûr rojhilatê Reqayê bombebaran kirin
14 mijdar, 2020   08:34
REQA

Duh balafirên nenas herêmên ku hêzên ser bi Îranê ve lê dimînin li derdora çolistana El-Sebxe ya başûr rojhilatê Reqayê ku dikevin nava herêmên serweriya hikumeta Şamê, bombebaran kirin.

Nûçegihanê me daxuyand ku dengê bombebaranê li Reqayê jî hate bihîstin.

Heta niha nayê zanîn ka balafirên herêm bombebaran kirine girêdayî kê ne. Her wiha tu agahiyên girêdayî encamên bombebaranê negihîştine ber dest.

Nûçegihanê me bi bîr xist ku ev cara duyemîn e ku nuqteyên hêzên girêdayî Îranê li başûr rojhilatê Reqayê tên bombebarankirin. Beriya vê jî nuqteyên wan li çolistana Medan Etîq a gundewarê başûr rojhilatê Reqayê, hatibûn bombebarankirin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, herêmên ku tên bombebarankirin hêzên Îranê û hêzên din ên sûrî û ji hêzên ku nasnameyên cûdane û bi hêzên Îranê ve têne hesibandin, lê dimînin.

(cx)

ANHA