Rojnameyên erebî: Rûsya Idlibê bombebaran dike  

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Idlibê û girêdana wê bi lihevkirina Qerebaxê, aloziya Lubnanê û Lîbyayê kirin.

Rojnameyên erebî: Rûsya Idlibê bombebaran dike  
14 mijdar, 2020   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

RÛSYAYÊ IDLIBÊ BOMBEBARAN DIKE

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şeriq El-Ewset nivîsî: "Hêzên Rûsyayê bi nobedarî Idlibê bombebaran dikin. Di vê çarçoveyê de, Rûsya moşekên erd-erd û bi balafirên şer derdora bajarê bakur rojavayê Sûriyê bombebaran dike.

Rojnameyê bi berdewamî got: "Analîzvan dibêjin ku sedema bombebaranê girêdayî, aloziya di navbera Moskov û Enqerê der barê agirbesta li herêma Qerebaxê ye. Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlüt Çavuşolu ragihand ku wê şandeyeke rûsî ji bo çavdêriya agirbeseta di navbera Ermenistan û Azrebêcanê de, were Enqereyê. Di demeke ku Kermiln ragihand ku tenê wê hêzên   rûsî parastina aştiyê bikin û daxuyaniyên dewleta Tirk ên beşdariyê "Ne rast in".

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî duh ragihand ku moşekeke erd-erd li bajarê Idlibê ku di hevpeymana Moskov-Enqereyê de, ket. Tê payîn ku hêzên rejîmê û Rûsya ev moşek avêtine. Her wiha SOHR`ê ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê, bejahiya başûrê Idlibê bombebaran kirin."

QETER LI LÎBYAYÊ LI PÊŞBERÎ ÎRADEYA NAVNETEWEYÎ DISEKINE

Têkildarî rewşa Lîbyayê, rojnameya El-Beyan got: "Qeterê hevpeymaneke leşkerî bi hikumeta El-Serac re li Terablûsê îmze kir, ev jî wekî gaveke seknandina li pêşberî îradeya navneteweyî ye. Li gorî hevpeymanê wê Qeter hebûna xwe ya leşkerî li ser axa Lîbyayê hebe. Di vê çarçoveyê de, hikumeta milîsên Terablûsê ragihand ku nûnerê wan Selah El-Nemrûş hevpeymaneke hevbeş têkildarî perwerdeyên leşkerî bi Qeterê re îmze kir. Li gorî daxuyaniya hikumeta El-Serac û çavkaniyên qeterî, hevpeyman li avahiya Wezareta Parastinê ya Qeterê li Doha bi Wezîrê Dewletê yê Karûbarê Parastina Qeterê Xalid El-Etiyê re hatiye îmzekirin."

FIŞARÊN FRANSÎ-AMERÎKÎ LI SER SIYASETMEDARÊN LUBNANÊ

Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnameya El-Exbar nivîsî: "Di navbera Seed El-Herêrî û Cibran Basîl, bi amadebûna nûnerê fransî Patrick Durrell de, peywendiyeke telefonê çêbû û vê yekê hîşt ku astengiya di navbera herduyan de were şikandin. Lê ev yek bandor li avakirina hikumetê nekir, ji ber ku herdu alî tewîzan danaxin. Fransa dibîne ku sedema vê yekê Basîl e. Washington jî dixwaze cezayên zêdetir li ser wî bibire. Di encamê de, wê fişarên zêde werin çêkirin û jinûve qada Lubnanê biteqe."

(kc)