Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 190 kesên din bi koronayê ketine

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 190 kesên  din bi koronayê ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 190 kesên din bi koronayê ketine
14 mijdar, 2020   08:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 190 kesên din bi vîrusa koronayê ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa piştrast kir ku ji wan pêketiyan, 115 mêr in û 75 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 25

Til Temir: 2

Qamişlo: 17

Dêrik: 14

Girkê Legê: 7

Çilaxa:1

Amûdê: 8

Dirbêsiyê: 1

Kobanê: 25

Reqa: 22

Tebqa: 40

Dêrazor: 5

Minbic: 18

Şehba: 4

Mistefa da zanîn ku ji nav nexweşiyên koronayê 17 kes baş bûne û 5 kesên jiyana xwe ji dest daye ji wan 2 ji Dêrikê ne û yek li Hesekê, yek li Dirbêsiyê û yek li Şehbayê ne.

Bi van daneyan hejmara giştî pêketiyên koronayê gihaşt 6 hezar û 119 kesan, ji wan 158 kes jiyana xwe ji dest daye û 869 kes jî baş bûne.

(dm)