Meclisa Tenduristiyê ya Helebê gerên li baxçeyên zarokan pêk tîne

Ji bo parastina tenduristiya zarokan û wek tedbîreke parastinê ji vîrusa Koronayê, Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gerên lênêrînên tenduristî li ser tevahî baxçeyên zarok û dibistanên her du taxan pêk tîne.

Meclisa Tenduristiyê ya Helebê gerên li baxçeyên zarokan pêk tîne
Meclisa Tenduristiyê ya Helebê gerên li baxçeyên zarokan pêk tîne
Meclisa Tenduristiyê ya Helebê gerên li baxçeyên zarokan pêk tîne
Meclisa Tenduristiyê ya Helebê gerên li baxçeyên zarokan pêk tîne
Meclisa Tenduristiyê ya Helebê gerên li baxçeyên zarokan pêk tîne
12 mijdar, 2020   15:39
HELEB

Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêngaveke lênêrînên tenduristî li ser tevahî baxçeyên zarokan ên li her du taxan pêk tîne, ev ger jî mîna tedbîreke parastinê ji vîrusa Korona û baldariya li ser selametiya zarokan e.

Gerê ji baxçeyê Zarokên Şehîdan dest pê kir, her wiha koma tenduristî ya ji bijîşk, hemşîre û laburator pêk dihat 53 zarok keşf kirin, her wiha hin tehlîl û derman ji hin zarokan re xwestin ku rewşên wan ên tenduristî bên şopandin.

Dê koma tenduristî gera xwe li ser tevahî baxçeyên zarokan ên li her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk bîne, da ku lênêrîna tevahî zarokan çêke.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DirmKVMqtsM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>