Li Sînayê helîkopterek ket: 7 leşker mirin

Helîkopterek ku Hêzên Çavdêriyê yên Navnetewî dihilgirt, li Sînaiyê ket. Di qezayê de 7 kesên di helîkopterê de jiyana xwe ji dest dan.

Li Sînayê helîkopterek ket: 7 leşker mirin
12 mijdar, 2020   15:33
ANF  NAVENDA NÛÇEYAN 

Helîkopterek ku Hêzên Çavdêriyê yên Navnetewî dihilgirt îro li herêma Sînaiya Misrê ket. Hate diyar kirin ku di qezayê de 7 kesên di helîkopterê de jiyana xwe ji dest dan e.

Di nava kesên mirî de 5 leşkerên Amerîkî, 1 Fransî û 1 jî yê Çekê tê dîtin.

Buroya Hêzên Çavdêriyê yên Navnetewî ya li Îsraîlê diyar kir ku qezayek çêbûye û daxuyaniyeke din ne dane.