KPC-Demokratîk û xwendekarên Helebê komkujiya Amûdê bi bîr anî

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) û xwendekaran li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi du daxuyaniyên cuda komkujiya Sînemaya Amûdê bi bîr anî.

KPC-Demokratîk û xwendekarên Helebê komkujiya Amûdê bi bîr anî
KPC-Demokratîk û xwendekarên Helebê komkujiya Amûdê bi bîr anî
KPC-Demokratîk û xwendekarên Helebê komkujiya Amûdê bi bîr anî
KPC-Demokratîk û xwendekarên Helebê komkujiya Amûdê bi bîr anî
KPC-Demokratîk û xwendekarên Helebê komkujiya Amûdê bi bîr anî
12 mijdar, 2020   13:17
HELEB

Sala 1960`an Sînemaya Amûdê bi zanabûn hate şewitandin. Di encamê de 280 zarok bûn qurbanî, hinek ji wan şewitîn û hinek jî dema hewl dan xwe ji şewatê xilas bikin, di bîra li rex sînemayê de xeniqîn.

Ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyê, mamoste û xwendekar li Dibistana Aye Qasim a li beşa rojhilatê taxê kom bûn.

Endama Rêveberiya Dibistanan Eyşe Hesen daxuyaniya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk  xwend.

Eyşe di daxuyaniyê de têkoşîna gelê Kurd li dijî siyasetên qirkirinê bi bîr xist û destnîşan kir ku dîroka gelê Kurd ruxmî komkujî û qirkirinan tijî berxwedan û serkeftin e. Beriya 60 salî sînemaya Amûdê hate şewitandin û 283 zarokên Kurd bûn qurbanî, ev komkujî bi zanebûn ji hêla rejîma Baasê ve pêk hat.

Eyşe di berdewama daxuyaniyê de got: “Bi giyanê zarokên sînemaya Amûdê bi hezaran zarokên Kurd bi zimanê xwe dixwînin. Em qurbaniyên vê komkujiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Kesek nikare roja gelê Kurd tarî bike.”

Xwendekaran jî daxuyanî da û xwendekar Sêvîn Korş daxuyanî xwend.

Xwendekaran di daxuyaniya xwe de got: “Em gupikên pêşerojê ne. Em mûm in ku rêya nifşan ronî dikin. Em bejna xwe li ber wan zarokên biçûk ditewînin. Di 13`ê Mijdara her salê de, em komkujiya sînemaya Amûdê bi bîr tînin.”

Xwendekaran di berdewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku komkujiya Amûdê, komployek qirêjî li dijî vîna zarokan bû.

 (şx)

ANHA