Bi sedan şêniyên Şehbayê di bin diruşmeya" Bes e ji Dagirkerî û Îxanetê re" meşiyan

Bi dirûşma "Êdî bes e ji dagirkerî û xiyanetê re, dem dema hevgirtinê ye" bi sedan şêniyên herêma Efrînê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker meşek li dar xist.

Bi sedan şêniyên Şehbayê di bin diruşmeya" Bes e ji Dagirkerî û Îxanetê re" meşiyan
Bi sedan şêniyên Şehbayê di bin diruşmeya" Bes e ji Dagirkerî û Îxanetê re" meşiyan
Bi sedan şêniyên Şehbayê di bin diruşmeya" Bes e ji Dagirkerî û Îxanetê re" meşiyan
Bi sedan şêniyên Şehbayê di bin diruşmeya" Bes e ji Dagirkerî û Îxanetê re" meşiyan
Bi sedan şêniyên Şehbayê di bin diruşmeya" Bes e ji Dagirkerî û Îxanetê re" meşiyan
Bi sedan şêniyên Şehbayê di bin diruşmeya" Bes e ji Dagirkerî û Îxanetê re" meşiyan
Bi sedan şêniyên Şehbayê di bin diruşmeya" Bes e ji Dagirkerî û Îxanetê re" meşiyan
Bi sedan şêniyên Şehbayê di bin diruşmeya" Bes e ji Dagirkerî û Îxanetê re" meşiyan
12 mijdar, 2020   13:33
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê li navçeya Babinis a kantona Şehbayê kom bûn û ji wir dest bi meşê kir.

Xwepêşandan li kolanên sereke yên navçeya Babinis geriya û dirûşmên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên herêmên dagirkirî, bi taybet li Efrînê, berz kirin.

/kr/uploads/files/2020/11/12/133806_-1600x1200.webp

Piştî ku xwepêşander gihaştin qada sereke, cîgirê hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo destnîşan kir ku dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên terorîst hewl didin ku gelê Kurd li Efrîn û herêmên din ên Kurdistanê tune bike.

Ebdo sûcên dewleta Tirk a dagirker bi bîr xistin û anî ziman ku dagirkeriya Tirk tola xwe ji şêniyên Efrînê bi rêya qutkirina darên zeytûnan û pêkanîna hemû rêbazên bêexlaqî ji kuştin, revandin û îşkencekirina sivîlan hiltîne.

/kr/uploads/files/2020/11/12/133742_-1600x1200.webp

Piştre ji rêveberiya Kongeraya Star Eyşe Mehmûd axivî û da zanîn ku berxwedana li Şehbayê tevî şert û mercên dijwar, peyameke xurt ji dijminên gelê Kurd re ye ku gelê Efrînê bi axa xwe ve girêdayî ye.

Eyşe got: “Hin partiyên siyasî yên Kurd hewl didin ku nakokiyan di navbera gelê Kurd de derxin da ku şerê birakujiyê pêk bînin, her wiha ew partî daxwazên dewleta Tirk ku gelê Kurd bi tevahî tune bike, pêk tînin."

Di heman demê de ji rêveberên Meclisa Kantona Şehbayê Ehmed Selemê jî axivî û bal kişand ser aloziyên hundirîn ku dewleta Tirk tê re derbas dibe û da zanîn ku dewleta Tirk aloziyan derbasî derve dike.

)dm)

ANHA