Sîsî: Em hêvî dikin şêwira bi Yewnanistanê re bidome

Serokê Misirê Ebdullfetah Sîsî vê sibehê li Atînayê bi serokwezîrê Yewnanistanê yê berê û serokê niha yê Partiya Syriza Alexis Tsipras re civiya.

Sîsî: Em hêvî dikin şêwira bi Yewnanistanê re bidome
12 mijdar, 2020   10:48
 NAVENDA NÛÇEYAN

Balyoz û berdevkê serokatiya Komara Misirê Besam Radî ragihand ku Sîsî di hevdîtinê de serfiraziya Misirê bi têkiliyên xwe yên bi Yewnanistanê re piştrast kiriye. Sîsî hêvî kir ku şêwirên di navbera her du welatan de bidomin da ku helwestên li hemberî geşedanên herêmî koordîne bikin.

Radî destnîşan kir ku Sîsî di hevdîtinê de daye zanîn ku Misir girîngiyê dide têkiliyên bi Yewnanistanê re yên di warên enerjiyê de û yên nû bi taybet piştî avabûna kombûna gazê ya rojhilatê Deryayê Spî û lihevkirina ku her du aliyan ji bo xêzkirina sînorên deryayî di navbera Misir û Yewnanistanê de.

Alexis Tsipras jî kêfxweşî û serfiraziya Yewnanistanê bi pêşketina têkiliyên bi Misirê re di tevahiya waran de rave kir.

 (şx)