The Guardian: Doha şahidên doza fînansa terorê dide tirsandin

Rojnameya The Guardian a Brîtanyayê têkilbûna rayedarên Qeterê bi doza fînansekirina bankek Qeterê ji terora li Sûriyê û tirsandina şahidên bûyerê, eşkere kirin.

The Guardian: Doha şahidên doza fînansa terorê dide tirsandin
12 mijdar, 2020   11:35
 NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Brîtanyayê lêpirsînek girêdayî têkiliyên Dohayê bi tirsandina şahidên doza Banka Dohayê ku desteka Cebhet El-Nusra (a ku di lîsteya terorê ya navneteweyî de cih digire) li Sûriyê dike. Qeterê kesên rûgirtî û çekdar ji bo tirsandina şahidan bi kar anîn.

Îdiayên astengkirina rûniştandina dadgehê li Londonê duh girêdayî doza dabînkirinê ku 8 penaberên sûrî li dijî Banka Dohayê ya ku navenda wê ya sereke li Qeterê vekiriye ,derketin holê.

Panberên sûrî îdia kir ku piştî Cebhet El-Nusra mal û jiyana wan xira kiriye, revîne Hollandayê. Ew niha dozekê li dijî bankê vedikin, ji ber ku ev bank ji bo hinartina pereyan ji koma terorîst re û li Brîtanyayê hatiye qedexekirin, hatiye bikaranîn.

Berdevkê polîsên Brîtanyayê piştrast kir ku wan 9`ê Mijdarê îdiayên fînanskirina terorê, astengkirina edaletê û tirsandina şahidan wergirtine. Ev îdia ji hêla efserên fermandariya têkoşîna li dijî terorê ve têne piştrastkirin.

(şx)