NY’yê li ser rûdana karesatekê li Yemenê hişyarî da

Neteweyên Yekbûyî hişyariya rûdana kerasetekê li Yemenê da. Her wiha li gorî pêşbiniyên NY’yê îhtîmal heye ku li Yemenê birçîbûneke zêde di çend mehên bê de rû bide.

NY’yê li ser rûdana karesatekê li Yemenê hişyarî da
12 mijdar, 2020   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Bernameya Xwarinê ya Cîhanê David Beasley Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) agahdar kir û got: “Em niha li pêşberî kerasetekê ne. Beriya wê jî em gihaştin vê astê û me hişyarî da.”

David Beasley ji Meclisa Ewlehiyê re ku ji 15 endaman pêk tê, wiha da zanîn: “Heke me paşguhkirin pejirand, bêguman dê li Yemenê birçîbûneke zêde di çend mehên bê de rû bide.”

Berpirsê alîkariya NY`yê Mark Lowcock ji meclisê re axivî û got: “Dema ez difirim ku dê wateya birçîbûnê  çi be, ez matmayî dimînim ku sedem çi ye ku em rê li pêşiya wê nagirin. Ew mirinek biêş û bêrûmet e. Ew ne birçî ne lê têne birçîkirin.”

Lowcock wiha domand: “Me beriya 2 salan rê li pêşiya birçîbûnê girt. Bileztirîn û çalaktirîn rêbazên rêgirtina li pêşiya vê, şandina pereyan e. Rêxistina navneteweyî tenê nîvê ku pêwîstiya wê pê heye, wergirt.”

 (şx)