ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12- 011-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12- 011-2020`AN
12 mijdar, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa herêma Efrînê li dijî sûcên dewleta Tirk li kantona Efrînê ya dagirkirî çalakiyek li stada gundê Bebnisê yê bajarokê Fafînê lidar dixe saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Weqfa Jina Azad li bajarê Hesekê navendek tenduristî li taxa Miftî ya li nêzî çerxerêya Nesir vedike saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê li gel qedexeya giştî dest bi hemeleya paqijkirina û rakirina madeyan kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) bi awayekî eşkere pişta xwe dide partiyên AKP`ê û MHP`ê. Ev her du partiyên faşîst ên tirk li Tirkiyê û derveyî wê çi bi rêya şandina çeteyan ji bo herêmên şer, çi jî bi destwerdana yekser li kar û barên hin dewletên herêmî û herî dawî jê li Qerebaxê, gelek karên neqanûnî pêk anîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

-Rojnamegerên jin da zanîn ku gotinên Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bi hedefa qelskirina hewldanên yekitiya Kurd e, her wiha rojnamegeran bang li PDK’ê kir ku ji her nakokiya dikeve xizmeta dewleta Tirk bi dûr keve.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endamên Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê destnîşan kirin ku rêxistina mafên mirovan tenê rêxistina berjewendiyan e. Heke ne wisa bûya, li hemberî tecrîda ku li ser rêber Abdullah Ocalan, bê deng nedima. Her wiha rewşenbîran bang li gelê Kurd kir ku dengê xwe bilind bike da ku tecrîdê bişkîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JİN

-Cîgira Serokatiya Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û -Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku xwestekên betalkirina pergala hevserokatiyê li saziyên rêveberiyê bi hedefa vegera li rejîma destpotiyê ya beriya 2011’an û pêkanîna hedefên dewletên kapîtalîst ên dîktatorî ye, nexasim jî dewleta Tirk a dagirker.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endama Nivîsgeha Rêxistina Jinan a MSD’ê diyar kir cezayê ku dadgeha Tirkiyê li dijî Çîçek Kobanê daye, tundiyeke bimetod li dijî jinan e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CİVAK Û JİYAN

-Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê stasyona çêkirina oksîjenê li nexweşxaneya Dêrikê dabîn kir, her wiha rojane 85 cereyên oksîjenê ji bo pêkanîna pêdiviya nexweşxaneya taybet a vîrusa Koronayê tê tijîkirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Piştî barana destpêkê, cotkarên Kobanê û Minbicê mewsima zeytûnê ya îsal çinîn, li gorî cotkaran berhem di navbera herêmekê û herêmeke din de ne wekhev e, li Kobanê kêm e û li Minbicê baş e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA