Li nexweşxaneya Dêrikê stasyona çêkirina oksîjenê hat avakirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê stasyona çêkirina oksîjenê li nexweşxaneya Dêrikê dabîn kir, her wiha rojane 85 cereyên oksîjenê ji bo pêkanîna pêdiviya nexweşxaneya taybet a vîrusa Koronayê tê tijîkirin.

12 mijdar, 2020   06:29
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

Li bajarê Dêrik û sûkên wê, piştî biryara Rêveberiya Xweser a qedexeya derketina derve ya giştî bi dema 14 rojan ji 6’ê Mijdarê ve, felcek bi giştî ya tevgerînê heye. Ji ber hejmara kesên bi vîrusa Koronayê dikevin zêde bûye.

Bi berdewama qedexeyê û pêkanîna şêniyan re, Gerînendetiya Tenduristiyê bi hevkariya bi Rêveberiya Xweser re gelek tedbîrên xweparastinê girtin û pêdiviyên pêwîst dabîn kirin, jê jî stasyona çêkirina oksîjenê ye.

 ‘STASYONA ÇÊKIRINA OKSÎJENÊ HAT PEYDAKIRIN’

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê stasyona çêkirina oksîjenê li nexweşxaneya Dêrikê dabîn kir, her wiha rojane 85 cereyên oksîjenê ji bo pêkanîna pêdiviya nexweşxaneya taybet a vîrusa Koronayê tê tijîkirin.

Berdevk Komîteya Tenduristiyê ya Qamişlo Rojîn Ehmed wiha got: "Tê texmînkirin bi hatina zivistanê re hejmara kesên bi vîrusa Koronayê bikevin, zêde bin. Lê li aliyekî din jî nexweşxane di dabînkirina cereyên oksîjenê de astengiyan dikişînin, ji ber tune ne û biha ne."

/kr/uploads/files/2020/11/12/063431_-.webp

Rojîn Ehmed da zanîn stasyona çêkirina oksîjenê ji 3 rojan ve di xizmetê de ye û wiha domand: "Tevî hin kêmasiyên teknîkî jî, lê stasyon bi awayekî baş dixebite û rojane 85 cereyan tijî dike. Lê stasyon a taybetiya nexweşxaneya kesên bi vîrusa Koronayê dikevin."

Rojîn Ehmed diyar kir ku tevî kêmbûna alavan, lê Rêveberiya Xweser tevahî derfetên xwe xistine xizmetkirina nexweşxaneyan, da ku pêşî li berbelavbûna vîrusa Koronayê bigire.

Li herêma Cizîrê gelek stasyon hene, yek li Hesekê ye û cereyan datîne nexweşxaneya COVID-19’an a Hesekê, li gel wê jî stasyonek li nexweşxaneya Qamişlo ya taybet bi nexweşên vîrusa Koronayê heye.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gS--MPp815w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>