Balafirên keşfê yên dewleta Tirk li asîmanê Şirkirak û rêya M4 digerin

Di van kêliyan de, balafirên keşfê yên dewleta Tirk, li asîmanê gundê Şirkirakê yê li ser rêya M4 li nêzî bajarokê Eyn Îsayê digerin.

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk li asîmanê Şirkirak û rêya M4 digerin
11 mijdar, 2020   21:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, balafirên keşfê yên dewleta Tirk li asîmanê gundê Şirkirak û gundên derdorê digerin.

Beriya çend hefteyan çeteyên dewleta Tirk êrişî bajarokê Eyn Îsa û gundewarê wê li ser rêya M4 kiribûn, lê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ew êriş şikand.

(şx)

ANHA