Fransa û Rûsya ji ber çeteyên Tirkiyê bi fikar in

Serokkomarên Fransa û Rûsyayê fikarên xwe ji ber çeteyên Sûriyê yên ku Tirkiye wan ji bo şer dişîne Qerebaxê anîn ziman.

Fransa û Rûsya ji ber çeteyên Tirkiyê bi fikar in
7 mijdar, 2020   17:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Kremlin di daxuyaniyekê de ku îro weşandî, ragihand ku Putin û Macron di pêwendiya têlefonê ya ku bi însiyatîfa Fransî pêk hat de qala geşedanên dawîn ên şerê Qerebaxê kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Herdu aliyan fikarên xwe ji ber aloziya li herêma Qerebaxê û xistina tundrawan ji Sûriyê û Lîbyayê di şerê li wir de anîn ziman."

Her wiha hate destnîşankirin ku Putin, gavên ku Rûsyayê ji bo agirbestê li Qerebexê û berdewama diyalogên ji bo dîtina çareseriya siyasî û doplomasî di demeke zûtirîn de davêje, ji hempîşeyê xwe yê Fransî re destnîşan kir.

Herdu aliyan diyar kirin ku hewldanên welatên wan ên di çarçoveya Koma Minisk a Rêxistina Ewlehî û Tevkariyê ya Ewropayê de ji bo bidawîkirina şer berdewam in.

Di daxuyaniya Kremlin de hate gotin ku Putin û Macron îsrara welatê xwe ya şerê li dijî her cure terorê teqez kirin, bi taybet piştî bûyerên terorî ku di demên dawî de li Fransayê rû dan. Her wiha destnîşan kirin ku helwestên Fransa û Rûsyayê yên têkildarî geşedanên li Lîbyayê nêzî hev in.