Nadine Menza: Azadiya olan li pêşberî xeteriya Tirkiyê ye

Cîgira seroka Komseriya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navnetewî Nadine Menza got, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşberî xeteriya Tirkiyê ye ku mîna xeteriya DAIŞ'ê ye. Nadine Menza destnîşan kir ku dê fişarê li aliyên olî û siyasî yên li DYA'yê bikin da ku êrişên Tirkiyê rawestînin.

Nadine Menza: Azadiya olan li pêşberî xeteriya Tirkiyê ye
7 mijdar, 2020   18:12
KOBANÊ

Cîgira seroka Komseriya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navnetewî Nadine Menza piştî serdana mûzexaneya bajar, goristana Şehîd Dîcle û Dêra Îxwa ya li Kobanê, bi cîgirên hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed û Zozan Bekir re kongreyeke çapemeniyê li avahiya meclisê li dar xist.

Nadine Menza pêşbiniya xwe ji sîstema Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê anî ziman û destnîşan kir ku xeteriya Tirkiyê ji ya DAIŞ'ê cuda nîne.

Li ser pirsa rûçegihanê me, ya derbarê asta zextên ku komseriyê li aliyên siyasî û olî yên li DYA'yê bike ji bo ku êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne, Cîgira seroka Komseriya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navnetewî Nadine Menza got: "Gelê Amerîkayê ji ber sûc û kirinên Tirkiyê yên li herêmê bi giştî aciz e. Em ê her tiştî bikin ku ji bo ku dawî li gefên Tirkiyê bîne ku gefan li azadiya olan dixwe."

Tê payîn ku Nadine Menza sibe bi endam û rêveberiyên saziyan jinan re hevdîtinê pêk bîne.

ANHA