Joe Biden bû serokê 46’ê yê Amerîkayê

Televizyona CNN û ajansa AP’ê ragihand ku berbijêrê Demokratan Joe Biden bo serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hate hilbijartin. Biden serokê 46’ê yê DYA’yê ye.

Joe Biden bû serokê 46’ê yê Amerîkayê
7 mijdar, 2020   16:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî encamên nefermî yên Pennsilvanyayê hatin aşkekekirin, berbijêrê Demokratan Joe Biden bû xwediyê 273 delegeyan û serkeftina xwe di hilbijartina Amerîkayê de mîsoger kir. Bi vî awayî Jeo Biden bû serokê 46’ê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. 

Televizyona CNN û Ajansa Nûçeyan a Associated Press (AP), li ser malperên xwe yên înternetê daxuyand ku Jeo Biden hatiye hilbijartin û bûye Serokê 46’ê yê DYA’yê.