Xebatên restorekirina Nexweşxaneya Şedadê berdewam in

Xebatên restorekirina nexweşxaneya giştî ya navçeya Şedadê berdewam in. Tê payîn ku nexweşxane di destpêka Adara 2021`yan de dest bi xizmetê bike.

6 mijdar, 2020   03:52
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Piştî paşdeçûna warê tenduristiyê li navçeya Şedadê û gundewarê wê ji ber ku hejmara navnedên tenduristiyê û kadroyên tenduristiyê lê kêm in, li ser bangewaziyan şêniyan, Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekser dest bi restorekirina nexweşxaneya li navçeyê kir.

Werşeyên restorekirina nexweşxaneyê, beşa dawîn a xebatên restorekirinê dimeşîne û dê di destpêka 2021`yan de radestî aliyên têkildar bike.

Berpirsê fenî û çavdêrê beşa avahiyan Ebdulxaliq Bekarî got: “Di avakirina hinek beşên nexweşxaneyê de me gelek zehmetî kişandin, ji ber ku madeyên pêwîst li navçeyê nedihatin peydakirin. Madeyên ji Helebê dihatin jî dereng diman.”

Bekarî bi bîr xist ku wan beşeke mezin ji kar di demeke kurt de bi dawî kiriye, ji ber ku kel û pel gihaştin ber destê wan. Bekarî destnîşan kir ku werşeyên restorekirinê bê navber dixebitin da ku karê xwe xilas bikin.

Çavdêrê beşa kehrebeyê ya werşeya sererastkirinê Mihemed Zeydo jî got: “Tevahiya pêdiviyên kehrebeyê ji nexweşxaneyê hatine dizîn. Yên mayî jî wêran bûbûn. Ji ber wê diviyabû em ji destpêkê ve torên kehrebeyê dirêj bikin.”

Zeydo îşaret pê kir ku wan zehmetî kişandin, ji ber ku madeyên pêwîst li herêmê peyda nabin. Her wiha piştrast kir ku xebatên tevahiya werşeyan bi taybet a kehrebeyê berdewam in û dê di çend rojan de xebatên sererastkirinê bi dawî bikin û veguhêzên bingehîn bi cih bikin.

Têkildarî wêraniya ku bi nexweşxaneyê hatiye jî hevserokê meclisa navçeyê Elaa El-Umer got: “Nexweşxane di dema çeteyan de gelek wêran bûbû û çeteyan nexweşxane ji xwe re kiribû baregeh û tevahiya amûrên tê de talan kirin.”

El-Umer diyar kir ku li ser bangewaziya domdar a şêniyan ji bo pêşxistina warê tenduristiyê ya navçeyê, Rêveberiya Xweser bersiv da û dest bi restorekirina nexweşxaneyê kir.

El-Umer wiha pê de çû: “Nexweşxane xwedî cihekî stratejîk e. Li ser rêya Dêrazor, Hesekê, Reqa û herêmên li ser sînorên Iraqê ye. Bi amadekirina nexweşxaneyê re dê zêdetirî 200 hezar malbat û şêniyên zêdetirî 700 gundan sûdê jê wergirin.”

El-Umer di dawiyê de piştrast kir ku nexweşxane ji aliyê amûrên tenduristiyê ve dê bibe nimûne û ji girîngtirîn nexweşxaneyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jtzcQ6ktdUg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>