Şervanên li gundewarê Babê: Ji bo parastina Sûriyê me çek rakir 

Şervanên li eniyên şer ên gundewarên bajarê Babê diyar kirin ku wan ji bo parastina Sûriyê çek rakirine, ne ku ji bo ajandeyên dewleta Tirk a ku şoreşa Sûriyê berovajî kir, pêk bînin.

Şervanên li gundewarê Babê: Ji bo parastina Sûriyê me çek rakir 
6 mijdar, 2020   02:36
MINBIC-ZANA SEYDÎ

Bi sedan şervanên Lîwa Siwar a Idibê ya ku di bin sîwana Hêzên Cebhet El-Ekrad şer dikin, li eniyên şer ên li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê li gundewarê rojhilatê herêma Babê li gundewarê bakurê bajarê Helebê belav dibin.

Di encama nakokiyên ku navbera komên alîgirên dewletê Tirk û yên ku hebûna dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê red dikin de, gelek komên ku plana Enqereyê red kirin ji hev parçe bûn.

Ji fermandarên Lîwa Siwar a Idlibê Mihemed Nûr ku cihê xwe li gundê Ebû El-Hewac ê nêzî bajarê Babê yê dagirkirî digire, beriya 7 salan li çiyayê Zawiye yê li gundewarê Idlibê çek rakir. Mihemed Nûr dibêje: “Ji bo ku em gund û herêma xwe biparêzin me çek rakir.”

`EM JI GUNDÊN XWE HATIN KOÇBERKIRIN JI BER KU ME QEBÛL NEKIR AJANDEYÊN TIRKAN BÎNIN CIH`

Mihemed Nûr domand û got: “Dewleta Tirk derfetên kêm ên şervanan bi kar anî û li Idlibê desteka wan kir da ku armancên xwe pêk bîne. Komên ku îdia kirin ew bona Îslamê şer dikin û dewleta Tirk desteka wan kir, şerê komên nerm ên ku qebûl nekirin berjewendiya dewleta Tirk bînin, kirin. Lewra em ji warên xwe yên li Idlibê hatin koçberkirin. Îro jî em herêmên xwe ji dewleta Tirk a dagirker û projeya wê ya dagirkirinê diparêzin. Ev axa me hemûyan e, ne ya Tirkiyê ye.”

Lîwa Siwar Idlib di destpêka 2018`an de ava bû. Komek leşkerî ya girêdayî hêzên Cebhet El-Ekrad e ku di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de şer dikin. Di gelek berxwedanên bakurê Sûriyê de cih girt nexasim berxwedana Efrîn û herêmên Şehbayê.

Piraniya şervanên wê ji parêzgeha Idlibê ne. Ev lîwa li Reqa, Tebqa, Minbic, Şehba û tixumên bajarê Babê ne.

`DEWLETA TIRK XETA ŞOREŞA SÛRIYÊ BEROVAJÎ KIR`

Ebdulkerîm Cad ji fermandarên Lîwa Siwar Idlibê ye û li eniyên temasê cih digire dibêje: “Tu sûdên şerê ku niha li Idlibê rû dide ji bo gelê Sûriyê tune ye. Dewleta Tirk xeta şoreşê ya rast berovajî kir û baweriya gelê Sûriyê bi wan hêzên dagirkerên Sûriyê nayê.”

Cad piştrast dike ku QSD hewl dide hêviyên gelê Sûriyê pêk bîne. Ew hêza tekane ye ku tevahiya gelê Sûriyê ji tevahiya herêman hembêz dike û di heman eniyê de li dijî dewleta Tirk a dagirker a ku Idlib, Efrîn û herêmên din dagir kirine, li ber xwe dide.

Piştî şerên dijwar ên ku di zivistana borî de li gundewarên Idlibê rû dane, fermandarê giştî ya QSD`ê Mezlûm Ebdî ragihand ku deriyên herêmê ji tevahiya gelê Sûriyê re vekirine nexasim şêniyên Idibê, li ser wê Lîwa Siwar Idlibê û Lîwa Şemal a Demokratîk bi dehan malbatên ku ji wan herêman ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve koçber bûne, pêşwazî kirin.

Li Idlibê li bakurê Sûriyê şerên di navbera hêzên hikumeta Şamê û hevalbendên wê û dewleta Tirk û çeteyên wê de di dema dawîn de gurtir bûne, ruxmî lihevkirina agirbestê ya ku di 5`ê Adarê de di navbera Rûsya û dewleta Tirk de pêk hatî.

(şx)

ANHA