Hiqûqnas: Dewleta Tirk li Îmraliyê qanûn û rêgezên navneteweyî binpê dike

Hiqûqnasan diyar kirin ku dewleta Tirk li girtîgeha Îmraliyê, qanûn û rêgezên navneteweyî binpê dike û tecrîdeke giran li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî kiryarên Tirkiyê yên li dijî girtiyên siyasî, bi berpirsiyariyên xwe rabin.

Hiqûqnas: Dewleta Tirk li Îmraliyê qanûn û rêgezên navneteweyî binpê dike
6 mijdar, 2020   04:31
HESEKÊ- BOTAN HISÊN

Dewleta Tirk a dagirker binpêkirin û kiryarên li dijî rêber Abullah Ocalan dewam dike û tecrîdeke giran li ser ferz dike. Dewleta Tirk cezayên din ên dispîlînê li dijî Ocalan û 3 girtiyên din ferz kir û ew ji mafên sereke yên wekî hevdîtina bi malbat û parêzeran re, mehrûm kirin.

Parêzer û endama Komîteya Lêpirsîn û Îdiayê ya Dîwana Edaletê ya navçeya Dirbêsiyê Wela El-Elî diyar kir ku dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP`ê, li tevahî cîhanê û bi taybetî li dijî girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de siyasetên li dijî qanûnê û mafên mirovan dimeşîne û wiha got: “Tirkiyê qanûnên navneteweyî û qanûnên di destûra Tirkiyê de jî, binpê dike. Ew her tiştî li gorî xwe û berjewendiyên xwe pêk tîne, bêyî ku mafên mirovan di ber çav re derbas bike.”

Wela da zanîn ku li gorî qanûnên navneteweyî, piştî bidawîbûna lêpirsîna kesê binçavkirî, ji mafê wî ye ku hevdîtinê bi parêzer û malbata xwe re pêk bîne û daxwazên wî bi cih werin û wiha domand: “Ev mafekî pîroz e. Qedexekirina hevdîtina rêber Ocalan bi malbatê û parêzeran re, li dijî qanûn û rêgezên navneteweyî ye. Mehrûmkirina girtiyan ji mafên wan ên sereke, rengekî ji rengên tundî û êşkenceyê ye.”

 ‘TIRKIYE ŞERÊ FIKRÊN RÊBER OCALAN DIKE’

Wela El-Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi qedexekirina hevdîtina bi malbat û parêzeran re, hewl dide rêber Ocalan ji cîhana derve qut bike da ku perspektîfên wî yên girêdayî çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn negihêjin derve û wiha got: “Tirkiyê şerê perspektif, felsefe û fikrên rêber Ocalan dike, ku tekane rêya çareserkirina aloziya doza kurdî û aloziyên Rojhilata Navîn e.”

Dadmendê Dîwana Edaletê ya navçeya Dirbêsiyê Mehmûd Remo jî wiha da zanîn: “Ti qanûn li cîhanê tine ne ku hevdîtina girtiyan bi parêzer û malbatê re qedexe bike. Piştî ku ceza li kesê binçavkirî hate birin, mafê wî heye ku hefteyê carekê hevdîtinê pêk bîne.”

Remo diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji girankirina tecrîdê li ser rêber Ocalan ji bo kûrkirin û berdewamkirina aloziyên li Rojhilata Navîn e.

Hiqûqnasan bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî, bi berpirsiyarên xwe rabin, helwesteke cidî bigirin û cezayan li Tirkiyê ferz bikin.

(cx)

ANHA