​​​​​​​Nadine Menza: Naskirina Rêveberiya Xweser çareseriya tekane ji bo parastina herêmê ye

Cîgira Serokê Komseriya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Menza got, çeteyên DAIŞ û yên Tirkiyê yek in ji ber ku sûcên ku dikin heman in. Nadine Menza destnîşan kir ku çareseriya herî guncaw ji bo parastina herêmê naskirina Rêveberiya Xweser e.

​​​​​​​Nadine Menza: Naskirina Rêveberiya Xweser çareseriya tekane ji bo parastina herêmê ye
5 mijdar, 2020   20:52
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Cîgira Serokê Komseriya Amerîka ya Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Menza ligel Meclisa Leşkerî ya Suryan kongreyeke çapemeniyê li gundê Til Balûa ya dikeve rojhilatê navçeya Til Temir ya kantona Hesekê li dar xist.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Aram Hena axivî û bal kişand ser hevdîtinên şandeya Amerîkayê, serdanên wê yên ji bo saziyên sivîl, leşkerî û siyasî yên Suryanî û kampa Waşûkanî.

Aram got: "Civîn bi giştî erênî bûn, şandeyê di hemû aliyan de piştgiriya xwe nîşan da."

Nadîne Menza îşaret bi parastina herêmê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Suryan ve ji êrişên Tirkiyê û çeteyên wê kir û got: "Tirkiye û çeteyên wê êrişên xwe didomîne, guh nade peymanên navnetewî yên girêdayî agirbestê."

Nadine mixabiniya xwe anî ziman ku "Gundên Xiristiyan ên navçeyê ji ber êrişên DAIŞ'ê wêran bûn û xelkên wê koçber bûn."

Nadine Menza destnîşan kir ku wê îro hevdîtin bi koçberên Serêkaniyê yên li kampa Waşûkanî re kir û got, rewşa wan pir aloz bû û koçberan jî diyar kirin ku ew ji ber sûcên Tirkiya dagirker reviyane. Her wiha îşaret pê kir ku gelek aliyên herêmî û navneteweyî hewl dide bandorê li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û wê têk bibin.

Cîgira Serokê Komseriya Amerîkayê ya Azadiya Olan got: "Çareya herî guncaw a ji bo parastina sîstema li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parastina herêmê û gelên wê naskirina Rêveberiya Xweser di aliyê siyasî de, ji ber ku wê bibe mîsogeriya vegera koçberan li herêmên xwe."

Nadine destnîşan kir ku Komîteya Azadiya Olan a Navneteweyî ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek mîsyonan pêk tîne, ji wan, fişarê li hikumeta Amerîkayê bike da ku Tirkiye hêzên xwe ji herêmên ku dagir kirine derxîne û hebûna Rêveberiya Xweser di çareseriya siyasî ya Sûriyê de mîsoger bike.

Nadine Menza ya bersiva pirsên rojnamevanan da got: "Tirkiyê û çeteyên wê ji DAIŞ'ê cûda nîn in, ji ber ku sûcên ku herêmên dagirkirî pêk tînin, guhertina demografî pêk tîne."

Nadine Menza diyar kir ku ew ê rewşa herêmê bi hikumeta Amerîka û Wezareta Parastinê ya Amerîkayê re şîrove bike da ku di her aliyan de destekê pêşkêş bike. Her wiha eşkere kir ku ew rewşa herêmê sûcên Tirkiyê û çeteyên wê yên li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê ji raya giştî ya cîhanê re eşkere bike.

Cîgira Serokê Komseriya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Menza, ji rojnamevan re got: "Siyaseta Amerîkayê ya li hemberî herêmê ji bo Sûriyê ne zelal e, biryarên Neteweyên Yekbûyî yên derbarê herêmê de hevdu nagire. Lê ya girîng ew e ku hikumeta Amerîkayê şirîkatiya xwe bi Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk re bidomîne. Em ê hemû hewldanan bikin da ku ev şirîkatî dewam bike."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RxqdThannrM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>