ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 0-6 11-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 0-6 11-2020`AN
6 mijdar, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Yekitiya Ciwanên Suryan ên Pêşverû meşekê ji bo piştgiriya QSD û Meclisa Leşkerî ya Suryan li hemberî êrişên Tirkiyê û çeteyên wê li navçeya Til Temirê li dar dixe saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervanên li eniyên şer ên gundewarên bajarê Babê diyar kirin ku wan ji bo parastina Sûriyê çek rakirine, ne ku ji bo ajandeyên dewleta Tirk a ku şoreşa Sûriyê berovajî kir, pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hiqûqnasên ji navçeya Dirbêsiyê diyar kirin ku dewleta Tirk li girtîgeha Îmraliyê, qanûn û rêgezên navneteweyî binpê dike û tecrîdeke giran li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî kiryarên Tirkiyê yên li dijî girtiyên siyasî, bi berpirsiyariyên xwe rabin. (BI WÊNE Û DÎMEN(.

KURDISTAN

- Endama Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ya Başûrê Kurdistanê Nerîman Ehmed got, KCK’ê piştrast kir ku hebûna PKK’ê Başûr ji dagirkirinê diparêze û bang li Mesûd Barzanî kir ku nîqaş û diyalogan pêk bînin, lê Barzanî bi awayekî yekser di daxuyaniya xwe de şer ragihand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziya Mihemed got: "Cihê şermê ye ku partiyeke siyasî di daxuyaniyên xwe de gotinên xirab bi kar bîne, nemaze girêdayî jinan, ev ne layiqî wê ye, têkoşîna jinên Kurd ji vê yekê mezintir e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên rêveber ên bajarên Reqa û Dêrazorê gotin, rakirina pergala hevserokatiyê şerê li dijî îdeolojî û nirxên têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, her wiha destnîşan kirin ku ew ti projeyên ku herêm û sîstemên wan dike hedef bi carekê nayên qebûlkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Xebatên restorekirina nexweşxaneya giştî ya navçeya Şedadê berdewam in. Tê payîn ku nexweşxane di destpêka Adara 2021`yan de dest bi xizmetê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê tedbîrên parastin û pêşîlêgirtina berbelavbûna vîrusê Koronayê li dibistanan pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Hunera şanoyê ji destpêka hunerên ku bi şaristaniyê re derketiye, gelek neteweyên berê girîngî danê, dikeyên ji kevirên mezin ava kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA