Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê li dijî hewldanên şer însiyatîfek ragihand

Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê li ser hewldanên dewleta Tirk ku dixwaze bi rêya PDK’ê şer di navbera Kurdan de derxe, însiyatîfek ragihand û destnîşan kir ku dê hewl bidin pirsgirêk û nakokiyên heyî bi rêya diyalogê û li gorî berjewendiyên gelê Kurd çareser bikin.

Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê li dijî hewldanên şer însiyatîfek ragihand
Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê li dijî hewldanên şer însiyatîfek ragihand
Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê li dijî hewldanên şer însiyatîfek ragihand
4 mijdar, 2020   13:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê têkildarî hewldanên dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze bi rêya PDK’ê şer di navbera Kurdan de derxe, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya nivîskî ya Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê de hate gotin ku wan li dijî hewldanên derxistina şer însiyatîfek pêk aniye û ji bo pêşî li şer bigirin, dê xebatan bikin.

Di daxuyaniyê de hişyarî li ser rûdana şerekî muhtemel ê di navbera Kurdan de hate dayîn û daxwaza diyalogê hate kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em dixwazin ji bo avakirina derfetên diyalogekê ji bo çareseriya aloziyan însiyatîfê bigirin. Dixwazin bi berpirsyarî tev bigerin û pêşî li şîdet û rûdana şer bigirin. Em bi hev re dikarin di bin heman sîwanê de hemû nakokiyên xwe li gorî berjewendiyên nîştimanî û çarenûsa gel çareser bikin. Divê em pirsgirêkê ji kokê de çareser bikin.”

Daxuyaniya Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê bi vê peyamê bi dawî bû: “Em bi hêviyekê gav ber bi însiyatîfekê ve diavêjin. Ji ber ku em vê di berjewendiya netewe û welat de dibînin. Em naxwazin xwîna ciwanên Kurd bi destê hev bê rijandin û birînên kevn careke din xwîn bikin û dijmin pê keyfxweş bikin.”

Daxuyaniya parlamenteran piştî daxuyaniya Mesûd Barzanî hate dayîn ku ji aliyê raya giştî ya Kurd ve wek ragihandina şer hatibû dîtin.