Dayikên şehîd û şervanan: Girêdana bi ziman, parastina nirx û çanda civaka ye

Dayikên gerîla û şehîdan ên navçeyên Dêrik û Til Temirê da zanîn ku girêdana bi zimanê dayikê parastina nirxên civakê û çanda wê ye.

Dayikên şehîd û şervanan: Girêdana bi ziman, parastina nirx û çanda civaka ye
4 mijdar, 2020   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Di hefteya 7`emîn a çalakiyên dayikên gerîla û şehîdan de ku her roja çarşemê daxuyaniyê didin, li Dêrikê yê kantona Qamişloyê û li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê, dayikan daxuyaniyek da. Vê hefteyê dayikan daxwaza ENKS`ê ya ku banga vegere materyalên hikumeta Şamê dikin, red kirin.

QAMIŞLO

/kr/uploads/files/2020/11/04/124910_105718_derik.webp

Li Dêrikê daxuyanî bi amadebûna dayikên gerîlayên HPG’ê û dayikên şehîdan li baxçeyê şehîdan hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Rûha Ehmed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê di rewşên herî zehmet de ji bo destxistina mafên xwe yên rewa wekî perwerdeya bi zimanê dayikê, têkoşîn kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê Kurd piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê gavên dîrokî avêtin û saziyên xwe yên çandî û perwerdeyê ava kirin û wiha hate gotin: "Em wek dayikên gerîla û şehîdan dema zarokên me diçûn serê çiya, armanca wan parastina dîrok, çand, zimanê me yê dayikê û nirxên civaka me bûn. Lewra em li kêleka xwendekarên dibistanan disekinin û destûr nadin tu aliyan ku mafê xwendekaran ê perwerdeya bi zimanê dayikê jê bistîne.”

TIL TEMIR

/kr/uploads/files/2020/11/04/124953_105733_til-temir.webp

Li Til Temirê bi dehan malbatên şehîd û gerîlayan li pêşiya Meclisa Malbata Şehîdan a Til Temirê kom bûn û bi daxuyaniyekê daxwaza ENKS`ê ya redkirina perwerdeya bi zimanê kurdî û xwestina perwerdekirina bi materyalên hikumeta Şamê şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê Hîba Nişwan ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo her gelekî di vê cîhanê de nasnameyeke wan, zimanekî wan û çandeke wan a taybet heye û wiha hate gotin: "Ji bo ku çand û zimanê xwe biparêzin jî divê xwedî li nasnameya xwe derkeve û yên ku zimanê wan û nasnameya wan tune be, hebûna wan jî tune ye. Gelê Kurd jî di vê derbarê de gelek qurbanî dane û ji bo hebûna xwe têkoşîn kiriye."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ruxmî ku gelê Kurd di dîrokê de rastî gelek dijwariyan hatiye, lê dîsa jî dev ji şoreşa xwe, nasnameya xwe, zimanê xwe û çanda xwe berneda, lê belê ji bo parastina wan têkoşîn kir û hîna jî ew têkoşîn berdewam e. 

Her wiha hat destnîşankirin ku ew wek şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê çanda xwe, zimanê xwe û nasnameya xwe li ser vê erdê biparêzin û divê fikrên neteweya demokratîk ku li herêmê bûye bingeha jiyana hevbeş û pêkanîna hemû çand û zimanan biparêzin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew wek malbatên şehîd û gerîlayan helwesta ENKS`ê ya der barê materyalên bi zimanê dayikê de şermezar dikin û bang li gelê Kurd dikin ku di van demên hesas de hişyar bin û ji bo zimanê xwe li ser pêyan bin, ji ber ku hebûna ziman tê wateya hebûna jiyana azad û birûmet.

Daxuyanî bi dirûşmên vejandina ziman û girêdana bi ziman re bi dawî bû.

(oh)

ANHA