KCK: Barzanî niyeta xwe ya şer eşkere kir û ragihand ku dê li dijî Tevgera Azadiyê şer bikin

KCK’ê têkildarî daxuyaniya serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ya têkildarî sewqiyeta leşkerî ya ji bo herêmên gerîla, diyar kir ku Barzanî bi daxuyaniya xwe niyeta xwe ya şer eşkere kiriye û ragihandiye ku dê li dijî tevgera azadiyê ya Kurdistanê şer bikin.

KCK: Barzanî niyeta xwe ya şer eşkere kir û ragihand ku dê li dijî Tevgera Azadiyê şer bikin
4 mijdar, 2020   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bersiv da îdiayên Barzanî ku gotibû “Dema ku pêşmergeyan li dijî DAIŞ'ê şer dikir, PKK'ê hin herêm dagir kirine' û wiha da zanîn: "Gerîla Şengal ji hêzeke din nestand, lê ji DAIŞ'ê rizgar kir. Bi vî rengî PDK rizgar kir ku nebe berpirsyarê qirkirineke mezin. Vê destwerdana gerîla beriya her tiştî rûmeta PDK'ê parastiye. Piştî referandûma 2017'an dema ku li Kerkûkê şer qewimî, yên ku heta dawiyê Kerkûk parastin û herî dawî jê derketin gerîla bûn.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel hevrê Murat Karayilan bi daxuyaniyekê diyar kir ku PDK bi veguhastina hêza leşkerî û çekan dixwaze gerîla dorpêç bike. Destnîşan kir ku ev yek amadekarî û zexta şer e û bang li raya giştî û gelê Kurd kir ku hay ji rewşê hebe. Ji serokê giştî yê PDK'ê Birêz Mesûd Barzanî xwest ku pêşî li vê rewşê bigire. Raya giştî ya Kurd li benda bersivê bû û di demeke wiha de Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî bi daxuyaniyekê hincetên xwe yên ji bo rewakirina biryara xwe ya şer, eşkere kir. Hincetên ku gelê Kurd bi rengekî vekirî pê zane, bi rengekî berevajî ragihand û hewl da raya giştî şaş bike.

‘NIYET Û BIRYARA XWE YA JI BO ŞERÊ LI DIJÎ PKK'Ê NÎŞAN DAN’

Serokê giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî di daxuyaniya xwe de hincetên xwe yên têklidarî veguhastina hêza leşkerî ya ji bo qadên gerîla û daxwaza xwe ya ji bo dorpêçkirinê eşkere kir. Bi vî rengî raxist pêş çavan ku niyeta wan heye ku li dijî PKK'ê şer bikin, biryareke wan a bi vî rengî heye û ji bo bicihanîna vê biryarê jî li benda zemîn û firsendê ne. Piştî gotina 'Me şerê nava Kurdan heram kiriye, lê belê...' hin hincet eşkere kir û bi vî rengî ragihandin ku wê ji ber van hincetan şer bikin. Gelê Kurd li bendê bû ku bi nêzîkatiyeke bi berpirsyarî dest ji şer berdin, lê belê bi rêya vê daxuyaniyê bang kirin ku gerîla dest ji herêmên lê ne berdin, dest ji têkoşîna man û nemana Kurdan a li dijî dewleta Tirk bedin. Bi vî rengî zelal bû ku qadên gerîla bi kîjan armancê hatine dorpêçkirin.

Komîteya Rêveber a PKK'ê û Konseya Rêveber a KCK'ê di daxuyaniyên xwe de destnîşan kir ku tu pirsgirêka wan bi PDK û rêveberiya Başûrê Kurdistanê re nîne. Diyar kirin ku PDK ji ber têkiliya xwe ya bi dewleta Tirk re û ji ber zextên dewleta Tirk, li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd ketiye nava helwestên neyînî. Berevajî daxuyaniya serokê giştî yê PDK'ê Mesût Barzanî, n e pirsgirêka PKK'ê bi statuya Başûrê Kurdistanê re heye, ne jî ji aliyê leşkerî ve xwe ferz dike. Berevajî; yê ku ji ber têkiliya xwe ya bi dewleta Tirk re pirsgirêka xwe bi PKK'ê re heye; yê ku bi dorpêçkirina herêmên gerîla ji aliyê leşkerî ve xwe ferz dike, PDK bi xwe ye. Dinya hemû baş zane; bêyî ku dijberiyê li PKK'ê bike nepêkane ku bi dewleta Tirk re têkiliyeke baş bê danîn. Dewleta Tirk dema ku bi tevgereke siyasî ya Kurd re têkiliyê deyne, ev yek teqez li ser dijberiya li PKK'ê ye.

Bi gotina 'Pirsgirêka PKK'ê bi statuya Başûrê Kurdistanê re heye û zerarê dide vê statuyê' hewl tê dayîn ku li nava raya giştî ya Kurd têgihiştineke şaş bê afirandin û bi vî rengî êrişkariya xwe rewa û mafdar bikin. Eger îro li Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê hin destketî hebin, di vir de para PKK'ê mezin e. Di parastina van destketiyan de jî rola PKK'ê heye. Eger PKK'ê bi têkoşîna xwe ya 50 salî, bi deh hezaran şehîdên xwe, bi deh hezaran gaziyên xwe, bi sed hezaran dîlgirtiyên xwe li çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê atmosfereke siyasî ya Kurd neafirandibûya, nepêkan bû ku destketiyên heyî bihatina afirandin û parastin. Lewma di afirandina destketiyên li Başûrê Kurdistanê de ne tenê para PDK'ê heye, para partiyên din ên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê û têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê hee ku ev par nabe bê înkarkirin. Bêguman parastina van destketiyan ku para me tê de heye, berpirsyariya me. Me gelek caran bi helwest û pratîka xwe ev berpirsyariya xwe nîşan dane ku gelê Kurd bi vê dizane.

‘PKK WÊ HETA DAWIYÊ DESTKEFTIYÊN GELÊ KURD BIPARÊZE’

Yên ku herî zêde gefê li destketiyên li Kurdistanê dixwe, dewleta Tirk a mêtinger qirker û DAIŞ e. DAIŞ'ê li Rojava, Başûr û Bakur êrişî hêzên azadiyê û destketiyên gelê Kurd kiriye. Li pişt van êrişan jî dewleta Tirk hebû ku serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike. Dema ku DAIŞ'ê êriş bir ser Başûrê Kurdistanê, metirsî derkete holê ku destketî hemû ji dest biçin. Li hemberî vê metirsiyê, hêzên gerîla bêteredût yekser dest bi parastina Başûrê Kurdistanê kirin. Hêzên gerîla deriyê Hewlêrê parast û ji bo Kerkûk nekeve destê DAIŞ'ê mil bi mil li gel pêşmergeyan şer kirin. Hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê ji bo parastina Başûrê Kurdistanê bang li gerîla kirin. Ev gang jî bi agahî û erêkirina rêveberiya PDK'ê hate kirin. Dema ku DAIŞ kete nava liv û tevgerê nîvê Hewlêrê vala bû û wê demê hêzên gerîla deriyê Hewlêrê parastin. Ji bo spasiya gerîla bike, serokê giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî çû kampa Mexmûrê. Spasiya ji fermandarên mezin ên HPG'ê Şehîd Têkoşer Gever kir. Serokê giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî dewleta Tirk rexne kir ku ti alîkarî bi wan re nekir û tenê li êrişa DAIŞ'ê temaşe kir. Di rewşeke wiha de ku rastî bi vî rengî ye, gelo gotina 'Dema ku DAIŞ'ê êriş kir PKK'ê hin dever dagir kir' nayê wê wateyê ku henekê xwe bi hişê gelê Kurd dike?

‘GERÎLA LI ŞENGALÊ RÛMETA PDK’Ê JÎ PARAST’

PDK niha hêza ku deriyê Hewlêrê parast li derveyî qanûnan radigihîne û bi her awayî dijminatiyê li wê hêzê dike ku li Şengalê rûmeta PDK'ê rizgar kir. Li gorî daxuyaniya Mesûd Barzanî, dema ku PDK'ê li dijî DAIŞ'ê şer dikir, gerîla çûye Şengal dagir kiriye! Dinya hemû zane; dema ku gerîla bi hawara Şengalê ve çû û dest li êrişa qirkirinê ya DAIŞ'ê werda, li wir ne hêzên leşkerî yên Iraqê ne jî yên ser bi PDK'ê hebûn. Gerîla Şengal ji hêzeke cuda nestand, gerîla Şengal ji DAIŞ'ê rizgar kir. Bi vî rengî PDK jî rizgar kir ku nebe berpirsyarê qirkirineke mezin. Vê destwerdana gerîla beriya her tiştî rûmeta PDK'ê rizgar kiriye. Piştî referandûma 2017'an dema ku li Kerkûkê şer qewimî, yên ku heta dawiyê Kerkûk parastin û herî dawî ji Kerkûkê derketin hêzên gerîla bûn.

PKK'ê û gerîla, ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ciwanên êzidî perwerde kirin; ji bo bibin xwedî hêza xweparastinê ji wan re bûn alîkar; pitre jî vekişiyan. Di nava hêza parastinê ya YBŞ'ê de niha beşek ji ciwanên Ereb hebin jî nêzî temamiya wan zarokên civaka êzidî ne. êzidî beşa herî mezlûm a gelê Kurd e, di têkoşîna dijî DAIŞ'ê de yên ku bi alîkariya êzidiyan ve beziyan ciwanên Kurd ên Sûnî û Elewî bûn. Her wiha gerîlayên Ereb an jî ji gelên cuda jî mil bi mil bi êzidiyan re li dijî DAIŞ'ê şer kirin. Lewma tiştên têkildarî Şengalê tên gotin hemû nerast in. Yên ku niha êzidxanê diparêzin û bi rê ve dibin, gelê me yê êzidî ye, zarokên wan in.

Gerîla, dema ku DAIŞ'ê êriş kir li kîjan herêmê bûn, niha jî li wan herêman e. Di salên 1980'î, 1990'î û 2000'î de jî li kîjan herêman bûn niha jî li wan herêman e. Lewma îdiaya ku dibêje 'Dema ku DAIŞ'ê êriş kir gerîla bi namerdî hin herêm bi dest xist' îdiayên bêbingeh in, ji bo xapandina raya giştî ne û hewldanek ji bo mafdarkirina êrişa li dijî gerîla ye.

Îdiayeke din a PDK’ê jî ev e ku PKK gundan vala dike û nahêle ku gel li vir cih bibe. Ev jî xapandin û berevajîkirina rastiyan e. Gundên hatine valakirin di dema desthilatdariya Sedam de hatiye valakirin. Li qadên ku gerîla lê ne, gelek gund hene û hejmarên kesên li van gundan roj bi roj zêde dibe. Lê ji ber êrişên dewleta Tirk kes nayên gundan an jî PDK bi hinceta ku wê piştgiriyê bidin PKK’ê çûna van gundan asteng dike. Bi tenê gundek jî tuneye ku PKK û gerîla nehiştiye ku gel lê bi cih bibe. Ne rast ku gundên gerîla lê hene, zext heye û bi darê zorê bac tê stendin. Qada Qendîlê ya ku ji bo gerîla û Tevgera Azadiyê bûye sembol, bûye yek ji qada ku herî zêde gel lê bi cih bûye û xanî lê hatine avakirin. Ji ber êrişên dewleta Tirk ên hewayî gundî tên kuştin, mal û baxçe tên hilweşandin, ji dêvila ku li dijî van êrişan were derketin, îdiaya ku PKK nahêle gundî li qadê bi cih bibin û destûrê nade ku li qadê mal werin avakirin, tê wateya meşrûkirina êrişan.

‘NERAZÎBÛNÊ NÎŞANÎ ÊRIŞÊN LEŞKERÊN TIRK NAKIN’

PDK ji gerîlayên ku li her parçeyê Kurdistanê 40 sal in tê dikoşe re dibêje dagirker lê ji qereqol û baregehên dewleta Tirk ên ku qadên herî stratejîk ên Başûrê Kurdistanê re dagir kiriye û wekî di referandûma sala 2017’an de diyar kiribû ku ew pêşengên dijminatiya Kurdan in, tiştekî nabêje. Bi ser de hebûna van hêzên dijminatiya Kurdan dikin jî meşrû dike.

PKK’ê tu carî bi hêzên leşkerî yên mêtingeran re hevkarî nekiriye. Lê PDK gelek caran tevî dewleta Tirk êrişî qadên gerîlayan kiriye. Ji 20 salan zêdetir e di navbera PDK û PKK’ê de tu şerekî leşkerî çênebûye. Lê di salên dawîn de PDK dîsa amadekarî kiriye ku êrişî qadên gerîlayan bike û dest bi êrişan kiriye. Hatiye gotin ku wê di navbera hêzên Kurdan de careke din şer çênebe lê ji ber îstîxbaratên dane dewleta Tirk bi sedan gerîla şehîd bûne. Hatiye gotin ku wê di navbera Kurdan de careke din şer çênebe lê li dijî gerîlayan şerekî wisa hatiye kirin.

A niha dewleta Tirk ne bi tenê li Bakurê Kurdistanê êrişeke dagirker û şer nake. Li Rojava dagirkeriyê dike, êrişî Şengalê dike ya ku bi hebûna civaka êzidî re bûye yek. Di serî de pêşengên êzidî yên wekî Zekî Şengalî û Zerdeşt Şengal, gelek şervanên êzidî hatine qetilkirin. PDK ji dêvila ku li dijî van polîtîkayên dewleta Tirk û êrişên wê yên li hemû parçeyên Kurdistanê helwesta xwe diyar bike, van erîşan meşrû û teşwîq dike. Peywira welatparêziyê gelo parastina domandina desthilatdariya PDK’ê ya li ser civaka Kurdan e? PKK û gerîla di hemû wext û demên dijwar de Başûrê Kurdistanê parastiye, PDK’ê jî tu carî helwest nîşanî polîtîkayên qirkirinê yên li ser Kurdên parçeyên din nedaye, ma ev tişt eleqeya xwe bi welatparêziyê heye?

‘ÎDIAYÊN PDK Û TIRKIYEYÊ YEK IN’

Dewleta Tirk bi îdiaya ku PKK dixwaze Hewlêr û Silêmanî desteser bike, dixwaze êrişên xwe meşrû bike, PDK jî heman îdiayan dike. Kenê mirov tê ku mirov bibêje armanceke PKK’ê heye ku van bajaran desteser bike. Berevajî wê di hemû deman de û her carê gerîla bi berpirsyariyeke mezin helwesta parastina van deran daniye holê. Xwedayên zalim ên di mîtolojiyê de jî nikarin vê rastiyê înkar bikin.

Nûçeyên derew ên wekî me hin PKK’yî girtine yên ku dixwestin li rêveberî û nûnertiyên me yên derve bidin, bi ser de antîpropagandayek hatiye kirin û xwestine ji bo şer zemînê ava bikin. Daxuyaniyên Serokê Giştî yê PDK’ê jî ji bo meşrûkirina polîtîkaya şer e ya ku wê bikin. Derketiye holê ku vê propagandaya dijber derew e. Daxuyaniyên serokê giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî jî piştî derketina vê derewê derketiye holê.

Ji ber têkiliyên wan ên bi dewleta Tirk re PDK’ê di demên dawîn de dijminatî û êrişên xwe yên li ser PKK û gerîlayan zêde kiriye. Di vê serdemê de dewleta Tirk ji bo rûxandina Tevgera Azadiyê li her derê êrişan dike û li ser hemû têkiliyên xwe ferz dike ku bila piştgiriyê bidin polîtîkaya tasfiyekirina PKK’ê, PDK jî ketiye nav van hewldanan. Ji ber pirsgirêkên siyasî, ekonomîk û civakî yên li Başûrê Kurdistanê ev tişt kirine şerekî berfireh. Wisa xuya dike ku bi şerekî li dijî PKK’ê dixwazin ser van pirsgirêkan bigirin. Ev helwest di heman demê de ji bo ku dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan û ser polîtîkayên qirkirinê bigirin jî dibe guherandina rojevê.

‘TU NIYETA ME TUNE YE KU EM ŞER BIDIN DESTPÊKIRIN’

Tu feraset, niyet, helwest û biryareke me tuneye ku em li dijî PDK û hêzeke din a Kurdan şer bidin destpêkirin. PDK li Zînî Wertê hatine ber qadên gerîlayan, ligel ku bi balafirên Tirk li gerîlayan dane jî, em bihistyar tevgeriyan, me helwest nîşan da ku em van şehîdên xwe bikin wesîleya rastkirina têkiliyan. Li Xinêrê û Behdînanê li dijî helwesta PDK’ê ya ku şer ferz dike, helwesta me wisa ye. Lê PDK’ê dorpêça li ser qadên gerîlayan aniye asteke jor, hewl didin bikin ku gerîla nikaribe tevbigere û teslîmiyetê li ser wan ferz bikin. Jixwe dewleta Tirk bi êrişên hewayî piştgiriyê dide gav û dorpêçandina bi vî rengî ya PDK’ê. PDK’ê bi vî awayî biryara xwe ya şer xistiye meriyetê.

Dorpêça PDK’ê ya li ser gerîlayan û wan ji dewleta Tirk re bike hedef, hemû gelê Kurd û hêzên wê yên siyasî eleqedar dike. Xwesteka PDK’ê ya ku dixwaze ji aliyê xwe ve vê polîtîkaya qirkirinê û êrişên tasfiyekirinê ya dewleta Tirk ji aliyê xwe ve temam bike, wê ev tişt wê qelskirina destketiyên Kurdan ên li hemû parçeyan û xetereyên mezin bi xwe re bîne. Ji ber vê jî wê xeletiyeke dîrokî be ku, mirov vê aloziyê wekî pirsgirêkeke di navbera PKK û PDK’ê de bibîne. Ji ber vê jî em bang li gelê Kurd, raya giştî, hêzên siyasî, jin, ciwan, ronakbîr, hunermend û dostên Kurdan dikin ku li hemberî vê polîtîkaya şer a PDK’ê ku dixwaze dora gerîlayan bigire, helwesta xwe nîşan bidin. Em bang dikin ku bila pêşiya vê rewşê were girtin ku wê xisarên mezin bide Kurdan û hêzên demokrasiyê."