PDK`ê li gundewarên Dihokê hêza bi navê ‘Mekteba Serok’ bi cih kirin

PDK’ê hêzeke taybet a bi navê Hêza Mekteba Serok li gundê Serêşme yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve heya gundê Barzan ê dikeve parêzgeha Dihokê, bi cih kir.

PDK`ê li gundewarên Dihokê hêza bi navê ‘Mekteba Serok’ bi cih kirin
4 mijdar, 2020   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, nêzî hefteyek e hêzeke taybet ya asayîşê û hêzeke bi navê Mekteba Serok a PDK’ê li gundê Serêşme yê ser bi bajarokê Xelîfan ê girêdayî Hewlêrê heya gundê Barzan ê girêdayî Dihokê hatine bicihkirin û ew herêm bi temamî mîlîtarîze kirine.

Her wiha çekên giran ên wekî doçka, BKC, gelek çekên din ên giran û wesayîtên leşkerî yên zirxî li herêmên navborî hatine bicihkirin.

Ev hêzên PDK’ê di têketina gundan de nuqteyên kontrolê danîne û kontrola nasnameyê ya gundiyan dikin. Gundî bêyî kontrola nasnameyê nikarin biçin û bên. Her wiha li gundiyan hatiye qedexekirin ku saetên êvarê derkevin derve. Çavkaniyên herêmî diyar kir ku ji ber vê yekê şêniyên herêmê bêzar bûne.

PDK ji 25’ê Cotmehê ve hêzê dişîne herêma Garê. Bi sewqkirina hêzeke taybet ser bi serokatiya PDK’ê ji bo herêmên Biradost û Barzan jî dide nîşandan ku amadekariyên şer ji Behdînan heya Biradost û Zînê Wertê dirêj dibin.