​​​​​​​ ‘Dê PDK bi kiryarên xwe karesatan ji gelê Kurd re bîne’

Siyasetmedarê Kurd Ehmed Xelîl li ser israra PDK’ê ya xwedaxistina bi dewleta Tirk re hişyarî da û got: "Dê bi xwe re karesatan ji gelê Kurd re bîne.''

​​​​​​​ ‘Dê PDK bi kiryarên xwe karesatan ji gelê Kurd re bîne’
4 mijdar, 2020   02:28
HELEB-MIHEMED EBDO

Serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî daxuyaniyên dijber mîna ragihandina şerê li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê û destpêkirina şerê navxweyî di navbera kurdan de, da. Ev yek heke pêk hat dê gefan li pêşeroja gelê Kurd bixwe.

Daxuyaniyên Barzanî bi hemwextî tevgerên meydanî û xurtkirina cihên hêzên PDK’ê li nêzî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hatin. Da ku hêzên gerîla dorpêç bikin û wan kurdan ber bi şerekî navxweyî ve bikişîne.

Girêdayî vê yekê siyasetmendarê Kurd Ehmed Xelîl wiha got: "Dema ku em tê re derbas dibin li gorî tevahî parçeyên Kurdistanê pir hesas û dîrokî ye, ji ber gelek xetere li ser destkeftiyên şoreşên Başûr û Rojavayê Kurdistanê hene."

Der barê tevgerên PDK’ê de Xelîl wiha domand: "Civînên di navbera PDK’ê û AKP’ê de, hevpeyvînên ragihandî û neragihandî yên di navbera rêveberan de û ya dawiyê jî di navbera Nêçîrvan Barzanî û Mevlûd Çavûşoglu de, ji bilî karesatan ji gelê Kurd re tiştekî din bi xwe re nayne."

Ehmed Xelîl diyar kir ku tu sûda aliyekî Kurd di vî şerî de tune ye, dewleta Tirk tenê wê sûdê jê bigire.

‘PÊXISTINA ŞERÊ NAVXWEYÎ DÊ TÊKEVE XIZMETA EŞÎRTIYÊ’

Têkildarî israra PDK’ê ya lidarxistina şerê navxweyî, Xelîl wiha pê de çû: "Şerê biratiyê tu sûdê ji gelê me re nayne û dîrok jî şahidê vê yekê ye. Divê em ji azarên ku tê re derbas bûne, dersan bigirin û parastina destkeftiyan bikin."

Xelîl da zanîn ku armanca  pêxistina şer dikeve xizmeta dijmin da ku hebûna xwe ya eşîrtî biparêze û berjewendiya takekesî pêk bîne û wiha domand: "Ger PDK’ê israra pêxistina şer kir, em vê yekê naxwazin. Lê belê divê civak, sazî û partiyên ku nûnertiya gelê Kurd dikin ji bêdengiya xwe derkevin û vê çewtiya ku dê pêk were rawestînin."

‘GELÊ KURDISTANÊ DI ASTENGIYA LI BAŞÛR DE BI GEL RE SEKINÎ’

Xelîl sekna tevahî parçeyên Kurdistanê li gel şêniyên Başûr a astengiyên wê yên 1991’an bi bîr xist û got: "Ma nayê bîra Mesûd Barzanî dema koçberiya komî ya şêniyên Başûr çêbûye û tevahî parçeyên Kurdistanê bi PDK’ê re sekinî. Îro jî divê PDK sozên xwe ji bo xebata ji berjewendiya Kurdistanê re ne ji bo berjewendiya şexsî re pêk bîne."

Xelîl bang li Barzanî kir ku dersê ji dîrokê bigire û ji bîr neke ku dewleta Tirk a destpêkê li hember referendoma li herêmê çêbûye, sekinî. Lê niha wê çawa heman dijmin azadiyê bide te û tu jî şerê birayên xwe dikî.

Der barê helwest û daxuyaniyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê de Xelîl wiha got: "Helwesta Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji dema avakirina wê de zelal e û şerê birakujiyê naxwaze. Hedefa wê jî xebata ji bo parastina gelê Kurd ji komkujî û fermanan e."

Xelîl wiha axivî: "Me ev yek di parastina Mexmûr, beşdarbûna di rizgarkirina Şengal û pîroziyên wê de û dayîna qurbaniyan de dît. Hêzên Gerîla, hêzên parastina Hewlêr û tevahî parçeyên Kurdistanê ne."

Ehmed Xelîl da zanîn ku birêz Mesûd Barzanî di dema xeteriya DAIŞ’ê de spasiya van hêzan a ku li rex pêşmergeyan sekinîne, kir.

‘ENKS’Ê RÊVEÇÛNA YEKITIYA NÎŞTIMANÎ YA KURDÎ ASTENG DIKE’

Xelîl siyasetên PDK’ê û ENKS’ê bi hev ve girêdan û got şert û xwestekên ENKS’ê piştî civînên bi rêveberên MÎT’a Tirk û PDK’ê re yên rawestandina perwerdeya bi zimanê dayikê û rakirina pergala hevserokatiyê bi xwestekên dûrî pêkanîn û astengiyê wesfi kirin.

Ehmed Xelîl wiha bi dawî kir: "Xwestekên ENKS’ê dikevin xana binketina însiyatîf û astengiya yekitiyê. Ji ber xwestek dûrî rastiyê û dûrî berjewendiya giştî ne. Em ê çawa zarokên xwe ji nû ve li ser meteryalên hikumeta Şamê yên ku tê de zimanê me yê dayikê tune û bi çand û nasnameya me îtîraf nake, perwerde bikin?"

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sbUg5KIik4g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>