DAIŞ’ê êrişa li Viyanayê girt ser xwe

Çeteyên DAIŞ’ê êrişa ku duh li paytexta Viyanayê Awisturyayê pêk hat û encamê de 4 kes hatin qetilkirin, girt ser xwe.

DAIŞ’ê êrişa li Viyanayê girt ser xwe
3 mijdar, 2020   18:56
NAVENDA NÛÇEYAN 

Çeteyên DAIŞ’ê li ser Telegramê daxuyaniyek weşand, êrişa li Viyanayê girtin ser xwe.

Li gorî Wezîrê Karên Hindur yê Awisturyayê, di êrişa ku herî kêm yek jê êrişkar, 4 kesan jiyana xwe ji dest da, 22 kes birîndar bûn. Êrişkar ji aliyê polîsan ve hate kuştin.

Li gorî Wezîrê Karên Hindur Karl Nehammer, êrîşkar ji ber ku Nîsana 2019’an hewldabû biçe Sûriyê û tevlî çeteyên DAIŞ’ê bibe mehkûnê 22 meh cezayê girtîgehê hatibû kirin. Agahî hatin parvekirin ku êrişkar meha Kanûna borî hatibû berdan. Rayedaran ragihandin ku êrişkarê hatî kuştin sempatîzanê DAIŞ’ê ye.