Piştî 37 salan peykerekî şêran vedigerinîn Şêranê

Peykerekî şêran ê dîrokî ku hikumeta Şamê veguhastibû bajarê Reqayê, ji navçeya Şêran a li rojhilatê bajarê Reqayê re hate vegerandin.

Piştî 37 salan peykerekî şêran vedigerinîn Şêranê
2 mijdar, 2020   12:42
KOBANÊ

Navçeya Şêran cihekî dîrokî ye. Li gorî belgeyên dîrokî, gelek şaristanî li ser vê herêmê peyda bûne. Ya herî girîng, şaristaniya di nîvê yekemîn ê hezarsala yekemîn a beriya zayînê de ye. Ew jî dema ku Aramî û Asûrî herêm bi rê ve dibirin.

Navçe berê bi navê ‘Hidato’ hate navandin. Niha bi navê ‘Şêran’ tê naskirin, ji ber peykerên şêran ku ji kevirê bezlîtî hatine çêkirin, tê de gelek in.

Li navçeyê di demeke berê de tabloyên dîrokî ku dîroka wan vedigere serdema Asûrîyan hatin dîtin. Beşek mezin jê ji Muzexaneya Stenbolê ya li Tirkiyê re hatin veguhastin.

Li gorî şêniyan, hikumeta Şamê di çarçoveya siyaseta tunekirina dîroka herêmê û nasnameya wê ya şaristanî û çandî de, beriya 37 salan 2 peykerên şêran veguhestin bajarê Reqayê.

Lê piştî ew qas salan, şêrek ji wan şêran ji navçeyê re hate vegerandin. Lê hinek beşên wê wêran bûne.

Ebdulselam Hemsork ji kesên ku tev li vegerandina bermahiyan ji Şêran re ye û ji şêniyên Kobanê ye, dibêje ew hewl didin vê peykerê li cihê wê yê resen restore bikin da ku wê biparêzin.

Hemsork got: “Dîroka her du şêran vedigere zêdetirî 700 sal beriya zayînê. Dîroka her duyan vedigere Hîsiyan. Wê demê navê Şêranê Hidato bû. Lê rejîma Sûriyê navê navçeyê guhert û kir Ferezdeq.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NU7M2LxFKsA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>