Rêveberiya Xweser hişyarî li ser jinûve derketina DAIŞ’ê li Sûriyê da

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, der barê hewldanên dewletên herêmî yên vejandina DAIŞ’ê li hin herêmên dagirkirî de, hişyarî da.

Rêveberiya Xweser hişyarî li ser jinûve derketina DAIŞ’ê li Sûriyê da
30 cotmeh, 2020   06:40
KOBANÊ

Çeteyên bi piştevaniya dewleta Tirk tevdigerin, alên DAIŞ’ê li qadên bajarê Serêkaniyê yê ku dewleta Tirk ev salek e dagir kiriye, hildan. Bi wê re Rêveberiya Xweser hişyariya jinûve vejandina DAIŞ’ê da.

Girêdayî vê yekê Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Firatê Mihemed Şahîn ji ANHA’yê re axivî û bang li civaka navneteweyî kir ku têkildarî kiryarên jinûve vejandina DAIŞ’ê yên bi sponsoriya dewleta Tirk li herêmên cihêreng ên Sûriyê, tev bigire.

Di xwepêşandanên li Serêkaniyê yên li dijî Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron de ala çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra hatin dîtin.

Mihemed Şahîn got delîlên bi wêne, dîmen û belge hene ku dewleta Tirk serçeteyên berê yên DAIŞ’ê yên ku herêmên Sûriyê wêran kiribûn, vediguhêze Lîbya û şerê li Qerebaxê. Li aliyekî din jî dewleta Tirk gefa belavkirina çeteyên dîtir li gelek dewletên Ewropa dixwe da ku  êrişan pêk bînin. Ji ber êdî dewleta Tirk bûye cihê belavbûna çeteyan.

Têkildarî wê yekê, dezgehên çapemeniyê yên girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku çeteyên ji şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê beriya çend hefteyan êrişî bejahiyên Hema yên Sûriyê kir. Her wiha ev şane rojane hêzên hikumeta Şamê li beyara Sûriyê hedef digirin.

Bi gefên bênavber ên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên dîtir re, şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê alên xwe li herêmên dagirkirî yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê hildan. Ew gefên dagirkirinê piştî binketina DAIŞ’ê li herêmên di bin serweriya wê de, pêk hatin.

(fr)

ANHA