‘Yên ku perwerdeya bi zimanê xwe red dike, hebûna xwe red dike’

Girîngiya ziman ji bo gel û civakan sepandina xwe û hebûna xwe ye. Yên ku perwerdeya bi zimanê xwe red bike, hebûna xwe red dike û hewl dide bibe koleyê kesên dîtir. Girêdayî vê rêber Abdullah Ocalan dibêje: "Pêşketina zimanê dayikê yê civakekê, pêşketina asta jiyanê ye."

‘Yên ku perwerdeya bi zimanê xwe red dike, hebûna xwe red dike’
30 cotmeh, 2020   06:58
NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

Danûstandin û diyalog di navbera Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmana Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) de li ser yekitiya Kurd li Rojava çêdibin. Lê tevî derengî û giraniya pêkanînê jî, kolana Kurd wê pêngavê baş dibîne.

Danûstandin dûrî çapemenî û raya giştî çêbûn û naveroka nehat eşkerekirin. Lê hin berpirsên her du aliyan bi xetên stûr rêveçûnên diyalogan eşkere kirin. Her du aliyan di vê dawiyê de li avakirina Lêvegera Kurdî ya Bilind li hev kir û piştrast kir ku pêwîst e tevahî hêz, blokên siyasî, civakî, ciwan û jin tê de hebin. Çînên civaka Kurd li Rojava û tevahî parçeyên dîtir ev pêngav bi coş pêşwaz kir.

Di 20’ê Cotmehê de, Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratî (PYD) Aldar Xelîl tev li bernameya Bûyer a li ser kanala Ronhahî TV bû. Xelîl tê de diyar kir ku ENKS’ê di diyalogan de pêşniyar kir ku divê pergala perwerdê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were rawestandin û li meteryalên hikumeta Şamê vegerin, her wiha got bila pergala hevserokatiyê jî tune be.

Pêşniyara ENKS’ê piştî serdana dawîn a berpirsên ENKS’ê ji dewleta Tirk re hat dayîn. Gel li hember vê yekê hêrsa xwe nîşan da. Aliyên girêdayî zimanê dayikê piştrast kir ku pêşniyara ENKS’ê ya li ser zimanê kurdî, bi hedefa têkbirina diyalogên pêk tên. Ji ber kesê ji bo gelê xwe têdikoşe, divê destpêkê zimanê xwe biparêze.

Li aliyekî din jî meteryala li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kedên mezin û cesaret pêk hatin û amadekirina wê bi xwe şoreşek e, bi taybet gelê Kurd re yê ku ji salan ji zimanê xwe mehrûm bûye. Ji ber ziman bingeha hebûna her gelekî yan jî civakekê ye.

Hin rewşenbîr û pispor dibêjin; ziman parçeyek ji çandê ye, çand jî nasnameya gelan diyar dike. Anku ziman nasnameya civakan e û navgîna têkiliyan di nava ferdan de ye. Heke civak ji zimanê xwe mehrûm bû, wê demê ji rêbaza navgîn û xweîfadekirinê jî mehrûm dibe. Ji lew re tu civak bêyî sepandina zimanê xwe yê taybet, nikare hebûna xwe jî bisepîne.

ENKS’ê dema vê pêşniyarê dike, baş dizane ku gelê Kurd çawa beriya şoreşa 19’ê Tîrmehê bi dizîn fêrî zimanê xwe dibûn. Her wiha dizane ku çarenûsa her kesekî ku pê re tiştekî girêdayî zimanê kurdî bigirtana çi bû.

Nivîskar Dilovan Deştî diyar kir ku Rêveberiya Xweser di aliyê pêşketina zimanê kurdî û parastina wê de pêngavên girîng avêtin. Ew jî bi rêya perwerdekirina zarokan li dibistanan, ji refa yekê heta bi peymangeh û zanîngehan. Deştî wiha got: "Xewna her Kurd tevî hin kêmasiyan jî pêk hat. Divê em bi yek dest bin, da ku saziyên xwe yên ku bingeha hebûna me ne, bi pêş bixin. Îro derfeteke mezin li pêş me ye ku zimanê xwe bi pêş bixin û perwerde bin."

Bi nêrîna li pêşniyara ENKS’ê ya der heqê rawestandina pergala perwerdê li dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, tê dîtin ku ew bi helwdana bidawîkirina hebûna gelê Kurd ji aliyên çandî, ziman û civakî ye.

Rêber Abdullah Ocalan di Parêznameya Şaristaniya Demokratîk de wiha dibêje: " Ziman bi xwe tê wateya teşwîq an jî mîraseya civakê ya zihniyet, exlaq, estetîk, hest û ramanên ku civakekê bi dest xwe xistiye.

Ziman nasname û kêliya ku mirov wate û hestiyariyê nîşan dide, civakeke xwe îfade dike, ev tê wateya ku hinceteke bihêz a jiyanê li gel wê heye. Ji lew re asta pêşketina ziman asta pêşketia civakê ye. Anku pêşketina zimanê dayikê yê civakekê, pêşketina asta jiyanê wê ye. Çi qas civakek zimanê xwe têk biçe û têkeve bin hakimet û desthilata zimanê dîtir, dibe mêtînger û ber bi asîmîlekirin û qirkirinê ve diçe."

Lê partiyên di bin banê ENKS’ê de di rêziknameya xwe de idîaya têkoşîna ji bo mafên çandî dike, ma ziman ne ji yek hîmên bingehîn ê çandê ye. Lê ENKS’ê bi pêşniyar an jî şerta xwe ya dawîn a rawestandina pergala perwerdê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û vegera li meteryalên hikumeta Şamê hebûna xwe red dike û kurdiyeta xwe înkar dike. Ji ber ê ku zimanê xwe red bike û ji zimanê ji xeynî xwe hez bike bi taybet zimanê mêtîngeran, bi koletî û îhanetê razî ye.

Li aliyekî din jî pêşniyara ENKS’ê idîayên wê derew derdixîne, ji ber di nava wê de Kurdî heye. Li rex wê jî ji destpêka aloziya Sûriyê ya Adara 2011’an û heta niha tiştek jî ji gelê Kurd re pêşkêş nekiriye, lê belê tenê di bin banên hêzên derve ve de ma, bi taybet jî dewleta Tirk. Sûcên dewleta Tirk li dijî kurdan ji Efrîn heta bi Girê Spî û Serêkaniyê rewa kirin.

(fr)

ANHA