DYA û Estonyayê ceza li Hizbullaha Lubnanê ferz kirin

Wezareta Gencîneyê ya DYA’yê ragihand ku wan ceza li sazî û rayedarên ku têkiliyên wan bi Îranê re hene, ferz kirin. Hikumeta Estonyayê jî ji ber “çalakiyên terorê” yên Hizbullahê, ceza lê birîn.

DYA û Estonyayê ceza li Hizbullaha Lubnanê ferz kirin
23 cotmeh, 2020   12:16
BEYRÛT

Nivîsgeha Çavdêriya Çandên Biyanî ya Wezareta Gencîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ceza li 2 endamên Meclisa Navendî ya Hizbullahê yên bi navên Nebîl Qaûq û Hesen Bexdadî ferz kirin.

Wezaretê destnîşan kir ku fermandarên Hizbullahê ji avakirina rêxistinên terorîst û pêkanîna ajandeyên rêxistina terorîst, her wiha ji xetereya li ser berjewendiyên DYA`yê û hevalbendên wê li seranserê cîhanê, berpirsyar e.

Hikumeta Estonyayê jî ji ber “çalakiyên terorî” yên Hizbullahê, ceza li Hizbullahê birî û piştrast kir ku ew gefan li ewlehiya navneteweyî û Estonyayê dixwe.

Piştî Almanya û Lîtvanyayê, Estonya dewleta 5`emîn e ku biryara qedexekirina Hizbullahê di aliyên siyasî û leşkerî de dide.

Wezîrê karên derve yê Estonyayê Ormas Rinsalo bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê Twitterê got welatê wî piştgiriya vê gavê dike û alîkariyê dide DYA, Brîtanya, Hollanda, Lîtvanya û welatên din.

(eh)