Aliyên Lîbyayê peymana agirbestê îmze kir

Her du şandeyên Lîbyayê yên beşdarî dan û standinên li Cinêvê yên bi sponseriya NY`yê bûne, îro li ser agirbesteke domdar li hev kir.

Aliyên Lîbyayê peymana agirbestê îmze kir
23 cotmeh, 2020   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya navneteweyî îro ragihand ku her du aliyên şer ên Lîbyayê li ser agirbesteke domdar li hev kir.

Nûnera NY`yê ya bo Lîbyayê Stephanie Williams got: “Em hêvî dikin ku bi vê lihevkirinê re koçber ji herêmên wan re bên vegerandin.”

Çarşema borî, Williams ragihandibû ku aliyên Lîbyayê ku li Cinêvê kom bûbûn, gihîştin gelek biryarên girîng ku di nav de berdewamkirina rawestandina şer û vekirina xetên bejahî û hewayî heye. Her wiha tekez kiribû ku destwerdanên derve li Lîbyayê mezin in û nayên qebûlkirin.