Parlamenterên Ewropayê: Divê der barê sûcên şer ên dewleta Tirk de lêpirsîn vebe

86 parlamenterên Ewropayê banga lêpirsîna der barê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir. Parlamenteran her wiha bang li serokê Parlamentoya Ewropayê kir ku bi Rêveberiya Xweser re diyalogan li dar bixin û piştgiriya kesên li wir sûcên şer pêk tînin, nekin.

Parlamenterên Ewropayê: Divê der barê sûcên şer ên dewleta Tirk de lêpirsîn vebe
23 cotmeh, 2020   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Komseriya Ewropayê ya Tirkiyê diyar kir ku 86 parlamenterên Ewropayê banga avakirina şandeyekê kir da ku biçin bakurê Sûriyê û têkildarî rewşa herêmên Rêveberiya Xweser agahiyan kom bikin, ji ber ku komên çete yên dewleta Tirk piştgiriya wan dike û sûcên şer pêk tînin.

Parlamenteran nameyek da serokê Parlamantoya Ewropayê David Sassoli û bang li hikumeta Tirkiyê kir ku piştgiriya siyasî, leşkerî û aborî ya ji komên destên wan di sûcên bipergal ên li dijî mirovahiyê de heye, neke.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku komîteya Neteweyên Yekbûyî belgeya pêkanîna komên çete yên girêdayî Tirkiyê ne, bi dest xist û îsbat kir ku çeteyan sûcên birêxistinkirî, tundiya cinsî, mal û milkên sivîlan desteser kirin û ew ji azadiyê bê par kirin.

Endamên parlamantoyê destnîşan kir ku piraniya qurbaniyan Kurd in û kesên ji ber van sûcan reviyane li herêmên Rêveberiya Xwerser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûne.

David Sassoli banga lidarxistina diyalogên bi Desteya Siyasî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. David Sassoli got divê li gel kesên ji herêmên di bin kontrola artêşa Tirk a dagirker de reviyane, dan û standin çêbe.

Endamên parlamantoyê da zanîn ku piştî lêpirsînên der barê sûcên şer û binpêkirina mafan, divê di çarçoveya Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî de, kesên bi van sûcan rabûne, werin darizandin.

(eh)