Berpirsekî ji kampa Holê: Hefteya bê yekemîn koma malbatên sûrî dê ji kompê derkeve

Berpirsekî li kampa Holê diyar kir ku piştî biryara Rêveberiya Xweser, heta niha 50 malbatên ji Sûriyê daxwaza derketina ji kampê kiriye û dê di hefteya bê de koma destpêkê derxin.

Berpirsekî ji kampa Holê: Hefteya bê yekemîn koma malbatên sûrî dê ji kompê derkeve
23 cotmeh, 2020   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser esasê civîna 5`ê mehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk, Desteya Kar û Barên Civakî û Desteya Hundirîn tê de beşdar bûn, biryar da ku malbatên sûrî yên ku dixwazin ji kampa Holê derkevin, dikarin derkevin.

Ji ber vê yekê rêveberiya kampa Holê ji dema biryar hate dayîn, dest bi tedbîrên guncaw kir, da ku malbatên dixwazin ji kampê derkevin, zehmetiyê nekişînin.

Berpirsekî Nivîsgeha Têkiliyan li Kampa Holê Cabir Mistefa da zanîn ku ji bo tomarkirina navên malbatên dixwazin ji kampê derkevin, nivîsgehek hate vekirin û dê bi awayekî fermî navên wan belge bikin.

Cabir Mistefa got ji destpêka nivîsgeh hatiye vekirin û heta îro 50 malbatan xwestinye ji kampê derkevin.

Cabir Mistefa destnîşan kir ku ji bo hejmareke baş ji malbatan ji kampê derkevin, hêsankirin di tedbîran û tomarkirina navan de heye.

Cabir Mistefa her wiha got: "Ji bo derxistina malbatên sûrî ji kampê dem hatiye diyarkirin û li gorî temînatên ku rêveberiya kampê pêşkêş kirine, dixebitin. Tomarkirina navan berdewam e û hewldan hene ku di hefteya bê de yekemîn kom derkeve."

Li gorî serjimariya Rêveberiya Kampê diyar kiriye, li kampê 6 hezar û 706 malbatên sûrî hene, 24 hezar 223 kes ji herêmên Sûriyê yên cuda ne, ji wan Heleb, Himis, Tetmir, Badiyê, Dêrazor, Reqa û Bab.

Tevî hejmara malbatên sûrî, li kampa ku 45 km li rojhilatê Hesekê ye, 8 hezar û 209 kes ji Iraqê ne, 2 hezar 778 malbat ji welatên Ereban û Ewropayê ne.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MY25hy6hy-c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>