Kongreya Yekitiya Ragihandina Azad a 5’emîn dest pê kir

Yekitiya Ragihandina Azad 5`emîn kongreya xwe bi dirûşma “Ragihandina pîşedar mîsogeriya guhertina ber bi çavkiyê ve ye” li Hola Zana ya li bajarê Qamişloyê dest pê kir.

Kongreya Yekitiya Ragihandina Azad a 5’emîn dest pê kir
Kongreya Yekitiya Ragihandina Azad a 5’emîn dest pê kir
Kongreya Yekitiya Ragihandina Azad a 5’emîn dest pê kir
Kongreya Yekitiya Ragihandina Azad a 5’emîn dest pê kir
23 cotmeh, 2020   08:30
QAMIŞLO

Kongreyê bi beşdariya bi sedan endamên yekitiyê û saziyên civaka sivîl dest pê kir.

Derdora 200 rojnamevan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên saziyên ragihandinê yên herêmê, navendên ragihandinê yên leşkerî, Nivîsgeha Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Yekitiya Nivîskarên Kurd tev li kongreyê bûn.

Bernameya kongreyê ji axaftinên endamên Yekitiya Ragihandina Azad a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwendina raporên xebatên yekitiyê û nîqaşkirina wan, girtina nêrînên beşdaran û hilbijratina Meclisa Yekitiyê û hevserokatiyê pêk tê.

Di kongreyê de dê rewşa ragihandinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêbazên pêşxistina xebatên ragihandinê û derbaskirina kêmasiyan werin nîqaşkirin.

Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad Bengîn Seydo bi xêrhatina beşdaran kir û got: “Di dirêjahiya 9 salên şoreşa Rojava de, ragihandinê rolek girîng di ragihandina rastiya şoreşê ji cîhanê re lîst. Her wiha fedakariyên mezin jî dan. Heta niha zêdetirî 24 rojnamevan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûne.”

Seydo bal kişand ser êriş û sûcên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Ji bo ragihandina azad, ev pêvajo mîna ezmûnekê bû û bi awayekî pîşeyî rewşa herêmê û êrişên li dijî gelên wê ragihandin.”

Seydo destnîşan kir ku du rûyên karê ragihandinê hene, ya yekê civakê bi awayekî durist bi rê ve dibe. Ya din jî dikeve bin bandora desthilatê û hêzên hegemonîk û bûyeran li gorî wan radigihîne. Seydo hêvî kir ku rojnamevan û saziyên ragihandinê rewşa herêmê ragihînin, piştgiriya têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Her wiha rojnamevan û saziyên ragihandinê xebatên xwe bi awayekî çêtir bi pêş bixin.

Hevseorkê Nivîsgeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser Amir Mûrad daxuyand ku damezirandina yekitiyê di demeke zehmet de pêk hat û karibû xebatên rojnamevanan bi rêxistin bike û mafên wan biparêze. Her wiha gelek biryar û pêşniyarên girîng ji bo pêşxistina qada çapemeniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş kir.

Mûrad wiha dewam kir: “Em di qonaxeke zehmet re derbas dibin. Divê em balê bikişînin ser têkoşîna li dijî terorê ya bi rêya çapemeniyê û li dijî şerê cîhanî ku hêzên dijberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rê ve dibin, bixebitin. Her wiha divê em li pey siyasetên wan dewletan nekevin û bersiva xîtabên nefretê bidin.”

Mûrad her wiha tekezî pê kir ku divê dezgehên çapemeniyê karibin rewşa herêmê bi pêş bixin û hemû aliyên xizmetguzariyê bişopînin.

Her wiha sînevîzyonek li ser rojnamevanên ku di şopandina êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûne, hat pêşandan.

Piştre hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad Evîn Yûsif rapora salane ya xebatên yekitiyê xwend.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YsKwO2itx_8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>