QSD: 10 çete hatin kuştin û gelek çete birîndar bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku di şerê di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Eyn Îsayê û çeteyên girêdayî Tirkiyê de li derdorê gundê Seyda, 10 çete hatine kuştin û gelek çete birîndar bûne.

QSD: 10 çete hatin kuştin û gelek çete birîndar bûn
23 cotmeh, 2020   05:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  yên vê dawiyê li dijî herêmê pêk hatine daxuyaniyek da.

QSD`ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di demên dawîn de dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirine û bi wan êrişan bi taybetî gel tê hedefgirtin û gelek zirarên madî di mal û milkên şêniyan de çêdibin.

Her wiha hat diyarkirina ku dewleta Tirk a dagirker bi wan êrişan armanç dike ku gelê herêmê bide koçberkirin.

QSD`ê diyar kir ku di 3 rojên dawîn de bi taybetî li xeta Eyn Îsayê gelek gundên li derdora rêya M4`ê hatin bombebarankirin û tevgera balafirên şer û balafirên keşfê çêdibe.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: Di berbanga 21ê Cotmehê de komeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan ku bi awayekî veşartî derbasî navçeya Eyn Îsayê bibin. Li ser wê yekê şervanên Meclisa Leşkerî ya Eyn Îsayê bersiv dan û li derdorê gundê Seyda şer qewimî. Di encamê de 10 çete hatin kuştin û gelek çete birîndar bûn.