Balafireke bar a leşkerî ya dewleta Tirk gihaşt Lîbyayê

Vê sibehê balafireke bar a leşkerî ya dewleta Tirk ku ji Stenbolê diçû, gihaşt Balafirgeha Eqebe bin Nefîe ya li herêma El-Wetiye ya başûrê Terablusê.

Balafireke bar a leşkerî ya dewleta Tirk gihaşt Lîbyayê
23 cotmeh, 2020   08:13
NNAVENDA NÛÇEYAN

Malpera ‘Flight Radar’ diyar kir ku balafira Lockheed C-130 ya Tirkiyê bi koda 222`yan, roja îro saet di 05:30'an de ji balafirgeha Stenbolê rabû û berê xwe da balafirgeha El-Wetiye ya li rojavayê Lîbyayê ku di bin serweriya dewleta Tirk de ye û veguheriye baregeheke leşkerî ya dewleta Tirki li erdên Lîbyayê.

Tevî nêzîkatiya navneteweyî û herêmî ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê jî, lê belê dewleta Tirk veguhastina çek, alavên leşkerî û çeteyan ji hikumeta Serac û komên çeteyên alîgirên wê yên li rojavayê Lîbyayê re, dewam dike.

Hefteya borî, 7 balafirên bar ên leşkerî yên Tirkiyê ji balafirgehên Stenbol, Enqere û Konyayê gihaştin rojavayê Lîbyayê.