Rûspiyê êla Fadil: Hevgirtina me plan têk bir

Rûspiyê êla Fadil destnîşan kir ku hevgirtina pêkhateyên herêm planên dijber ji hev xistin û bang li civaka navneteweyî kir ku dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê li herêmê ava bike.

Rûspiyê êla Fadil: Hevgirtina me plan têk bir
23 cotmeh, 2020   03:15
HESEKÊ – BASIL DEXÎL

Gelek alî di serî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin bi rêya pêkanîna armancên xwe yên dijber, li herêmê, tevna civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xirab bike. Lê pêkhateyên gelên herêmê rêveberiyeke xweser a xwe dispêre fikirê neteweya demokratîk ava kir, di bin vê sîstemê de bi hev re dijîn û herêmê ji êrişan diparêzin.

Ji rûspiyên eşîra Fadil Munaf El-Reca diyar kir ku pêkanîna Meclisa Rêveber daxwazên gel û rûniştina wan a bi şêx û rûspiyên eşîran delîlê hevgirtina gel û baweriya wan bi hev e.

El-Reca spasiya aliyê ku biryara efûya giştî ji bo girtiyên ku destên wan di xwîna sûriyan de tuneye û derxistina koçberên Sûriyê ji kampa Holê dane, kir.

El-Reca destnîşan kir ku gelek alî û destên derve û hundirîn dixwazin fitne û aloziyê li herêmê derxînin, tevna civakî û şaneyên veşartî yên girêdayî xwe bi kar tînin da ku fitneyê di navbera pêkhateyan der derxînin.

Fadil Munaf El-Reca bang li gelên herêmê kir li dijî van planan hişyar bin û ev tişt got: "Divê em hişyar bin û teqez bikin ku ji başûr heta bakur û ji rojhilat heta rojava gel yek e. Em parçebûnê naxwazin, bakur û rojhilatê Sûriyê beşek ji Sûriyeya me ya dayikê ye."

El-Reca, îşaret pê kir ku pêkhateya ereb dagirkerî û mijara parçebûnê red dike û wiha dom da axaftina xwe: "Li hemberî dagirkirina bakurê Sûriyê em destgirtî namînin, berdêl çi dibe bila bibe bi hevgirtin û yekitiya xwe em ê herêmên dagirkirî vegerînin."

El-Reca banga avakirina dadgeheke adil li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo darizandina çeteyên biyanî yên DAIŞ'ê yên ku sivîlên herêmê qetil kirin, kir.

Rûspiyê êla Fadil, Fail Munaf El-Reca di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bi saya hevgirtinê destkeftiyên herêmê parastin û dê li ser vê xetê dewam bikin heta tevahî herêmên dagirkirî rizgar bikin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qykCKIHY4W4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>