Heyder El-Ebadî: Peymana li ser Şengalê pirsgirêkê çareser nake

Serokwezîrê Iraqê yê berê û serokê îtîlafa Nesir Heyder El-Ebadî peymana li ser Şengalê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de red kir û got ku ev peyman pirsgirêkê çareser nake.

Heyder El-Ebadî: Peymana li ser Şengalê pirsgirêkê çareser nake
22 cotmeh, 2020   20:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyder El-Ebadî di daxuyaniyekê de ku malpera Îtîlafa Nesir weşandiye got: "Em ne bi siyaseta hikumeta heyî ya derbarê dan û standinên bi dosyayên bi herêma Kurdistanê re di nav de peymana Şengalê ne. Em tê de nezelaliyê û veşartina rastiyan dibînin, ev têkiliyên zelal û qayîm saz neke û dê pirsgirêkê jî çareser neke."

Ebadî wiha domand: "Divê ji gotina me neyê famkirin ku ez li beramberî kurdan hişk im, na, ez bi çareseriyên destûrî yên adil im, da ku pêkvejiyan, aştî û pêşketinê ji hemûyan re pêk bê. Ez ne dijminê kurdan im, ez bi gelê Kurd û têkoşîna wê ya dîrokî û dawaza mafê wê me. Tenê min xwest bang bikim û erkên xwe yên destûrî yên ji bo parastina yekitiya dewletê û serweriya wê, pêkanîna edalet û wekheviyê ji hemû welatiyên dewletên bi pirrengiya wî ya olî, mezhebî û netewî bi cih bînim.

Divê berpirsiyar di hukmê xwe de durist be, ne yekalî be yan jî li ser hesabê gel û dewletê berjewendiyan pêk bîne. Min ev yek pêk anî. Lê kesên din hewl da reş bikin an jî naveroka wê biguherin. Pirsgirêka min bi hêzên sûdwar re bû, ne bi gel re. Min xwest û dixwazim gel û dewletê ji bikaranînê rizgar bikim, her wiha ji berjewendiyên teng jî rizgar bikim."