Li Reqayê navendeke werzîşê hate vekirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê mezintirîn navenda werzîşê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel parka zarokan a li naverasta Reqayê vekir. Navend bi navê "Şehîd Edhem" e yê ku li Reqayê şehîd bûye.

Li Reqayê navendeke werzîşê hate vekirin
Li Reqayê navendeke werzîşê hate vekirin
Li Reqayê navendeke werzîşê hate vekirin
Li Reqayê navendeke werzîşê hate vekirin
Li Reqayê navendeke werzîşê hate vekirin
Li Reqayê navendeke werzîşê hate vekirin
Li Reqayê navendeke werzîşê hate vekirin
16 cotmeh, 2020   16:07
REQA

Bi armanca pêkanîna pêngaveke nimûne li ser asta werzîşê li Reqayê, naveneke werzîşê ya mezin hat vekirin. Di vekirina navendê de girseya şênî, endamên rêveber ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Cizîrê û Reqayê, hejmarek lîstokvanên tîma Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqa û Cizîrê, endamên saziyên sivîl amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya merasîna vekirina navendê, endamê rêveber ê tîma basketbolê ya Reqayê Mihemed Salim bi xêrhatina beşdaran kir û got ew vekirina vê navendê diyarî giyanê şehîdaên têkoşîna azad û rûmetê dikin.

 Di avahiya Şehîd Edhem de, hola werzîşê ya xurtkirina gewdeyan heye. Tê de alavên werzîşê û rahênanên pispor li ser asta herêmê hene. Her wiha di avahiyê de yarîgeha werzîşê bi dirêjahiya 105 û kêmberiya 60 metre, hola goka destan û zembîlê heye. Ev avahî amade ye ku ciwanên bajarê Reqayê ji xort û keçan pêşwaz bike.

Merasîma vekirina bi maçekê fubolê di navbera tîma Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê û tîma Asayîşê ya herêma Cizîrê bi dawî bû.

(fr)

ANHA