Ermenên Qamişlo li dijî dewleta Tirk çalakiyek li dar xist

Ermenên li kantona Qamişloyê bi çalakiyekê nerazîbûn nîşanî sûcên dewleta Tirk  ên li dijî Ermenistanê dan.

Ermenên Qamişlo li dijî dewleta Tirk çalakiyek li dar xist
Ermenên Qamişlo li dijî dewleta Tirk çalakiyek li dar xist
Ermenên Qamişlo li dijî dewleta Tirk çalakiyek li dar xist
Ermenên Qamişlo li dijî dewleta Tirk çalakiyek li dar xist
Ermenên Qamişlo li dijî dewleta Tirk çalakiyek li dar xist
16 cotmeh, 2020   16:36
QAMIŞLO

Ermenên li kantona Qamişlo, ji bo balê bikişînin ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî ermenên li Ermenistanê çalakiyeke protestoyî li ber navenda "Komeleya Xeyrî ya Giştî ya Ermeniyan" li dar xist.

Pêkhateyên Suryan, Kurd û Ereb jî tev li çalakiyê bûn. Çalakvanan bi zarok û temen mezinên xwe, pankartên bi nivîsên "Erdogan terorist e", "Şer bisekinînin" û "Dagirkerê Tirk bisekinînin" rakiribûn.

Di çalakiyê de Ermenê bi navê Babkîn Xazaryan yê ji bajarê Qamişlo da xuyanî kirin ku ew bêdengiya navnetewî ya li hemberî êrişên dewelta Tirk ên li ser Ermenistanê şeremzar dikin û got: "Qerebax a ermeniyan e û ji her Ermenekî re dozeke çarenûsî ye. Qerebax erdê me yê dîrokîye ji hezarên salan ve."

Xazaryan diyar kir ku ger bihêlin ku dewleta Tirk kiryarên xwe li hemberî ermenaiyan berdewam bike, ji vê yekê wê bê xuyanî kirin ku rê li pêşiya terorîstan vedikin ta ku sûcan pêk bînin û got: "Terorîstiya ku Erdogan li Qerebaxê dimeşîne, ew e berdewamiya dagirkirina wî ji xaka Sûriyê re ye.".

Xazaryan di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: "Bila hemû cîhan bizanibe ku em hostekê ji erdê xwe radest nakin."

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8mNk1okITJE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>