YE'yê navên 7 wezîrên hikumeta Şamê xistin lîsteya cezeyan

Yekitiya Ewropa navên 7 wezîrên hikumeta Şamê xisitin lîsteya cezayan.

YE'yê navên 7 wezîrên hikumeta Şamê xistin lîsteya cezeyan
16 cotmeh, 2020   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ewropayê (YE) navên 7 wezîrên hikumeta Şamê xist lîsteya reş a cezayan. Di lîsteya nû ya ku Yekitiya Ewropa li ser kovara xwe ya fermî weşandiye, navên Wezîrê Bazirganiya Hundirên û Parastina Mizexiran Telal El-Berazî, wezîra Çandê Lubana Mişeweh, Wezîrê Perwerdeyê Darim Tebai, Wezîrê Dadê Ehmed El-Seyid, Wezîrê Jêderên Avê Temam Reed, Wezîrê Diravî Kînan Yagî û yê Veguhestinê Zuhêr Xizêm hene.

Li gorî Yekitiya Ewropa "kesên navborî dema ji Gulan heya Tebaxa borî zordariya li djiî sivîlên Sûriyê de pêk anîne."