Hikumeta Yemenê û Hûsiyan dest bi pevguhertina dîlgirtiyan kir

Îro pêvajoya temamkirina pevguhertina dîlgirtiyan a di navbera hikumeta Yemenê û Hûsiyan de dest pê kir û 151 dîlgirtiyên alîgirên hikumetê yên hatine berdan, gihaştin Edenê. Her wiha balafireke Xaça Sor 201 dîlgirtiyên Hûsiyan birin Senayê.

Hikumeta Yemenê û Hûsiyan dest bi pevguhertina dîlgirtiyan kir
16 cotmeh, 2020   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja pêncşemê hikumetê 470 girityên Hûsiyan berdan, bi berdêla ku ew jî 240 girtiyên girêdayî hikumetê berdin.

Pevguhertina dîlgirtiyan bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor, pêk tê û dê di wê çarçoveyê de hezar û 80 dîlgirtên ku li cem Hûsiyan hatibûn ragirtin, dê bên berdan.

Şandeyê NY`yê yê Yemenê Martin Griffiths diyar kir ku serbestberdana dîlgirtiyan serkeftineke girîng e û dibe ku bi saya wê dan û standinên pêşerojê bi ser bikevin.