Li cîhanê zêdetirî 39 milyon kes bi vîrusa koronayê ketine

Li seranerê cîhanê 39 milyon kes bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û 1.1 milyon kesî jî jiyana xwe ji dest daye.

Li cîhanê zêdetirî 39 milyon kes bi vîrusa koronayê ketine
16 cotmeh, 2020   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Zanîngeha Johns Hopkins ya Amerîkayê eşkere kir ku li giştî cîhanê 39 milyon kes bi koronayê ketine û ji wan 1.1 milyon kes mirine.

Li gorî serjimariya Zanîngeha Johns Hopkins, ji nîvê kesên mirî zêdetir welatiyên Amerîka, Hindistan, Brezîlya û Meksîkayê ne.

Brîtanya ji wan welatan e ku herî zêde ji ber koronayê zirar dîtiye. Hejmara pêketiyên vîrusê li Brîtanyayê gihaşt 676 hezar kesî ku ji wan 43 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye.